Serokomariya Partîyî îro bi fermî dest pê dike

ENQERE - Piştî referanduma encama wê bû sedema niqaşan Serokomar Tayyip Erdogan îro dibe endamê AKP'ê. Bi vî awayî pergala Serokomariya Partîyî bi fermî dest pê dike.

Serokomar Tayyip Erdogan piştî ji gera Hindistanê vegeriya, bi guhertina qanûnên nû dê bibe endamê AKP'ê. Têkildarî mijarê Meclîsa MYK'ê ya AKP'ê biryar dan ku Erdogan bibe Endamê Lijneya Rêveber a Navendî. Li ser vê yekê Erdogan dê îro bibe endamê AKP'ê. Endamtiya Edogan a Lijneya Rêveber a Navendî dê di kongreya AKP'ê ya 21'ê Gulanê de bi biryarê ve bê girêdan.

Di civîna merasima endamtiyê de dê Lijneya Rêveber û Biryara Navendî ya AKP'ê de parlamenter, Lijneya Hekemên Navendi, Lijneya Dîsîplîna Navendî, Lijneya Etîka Siyasî, Navenda Baskê jinan û Navenda Baskê Ciwanan amade bibin. Hat zanîn ku bang li Serokomarê Berê Abdullah Gul nehatiye kirin.