NATO’yê bang li Tirkiyeyê kir

ENQERE - Rojnameya Times a Îngilîstanê di nivîsa xwe ya ji Tirkiyeyê re veqetand, bal kişand ser geşedanên dawî û wiha got: “Lê êdî divê NATO ji bo azadî û demokrasiya di dilê îtîfakê de ye dengê xwe bilind bike.”

Yek ji rojnameyên bi bandor ên cîhanê rojnameya Times a Îngilîstanê di nivîsa xw eya destpêkê ya bi sernavê “Tasfiyeya ku her diçe berfireh dibe” bal kişand ser geşedanên li Tirkiyeyê. Di nivîsê de cih dan tesbîta ji ber girtinên li tirkiyeyê “împaratoriya tirsê tê avakirin” ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hat diyarkirin ku tesbîtên NY’ê kêm dimînin.

Di sernivîsa ku BBC Tirkî ragihandî de ev tişt tên gotin:

“Piştî hewldana darbeya par a ku hat îdîakirin tevgera Gulen kiriye 40 hezar zêdetirî kes hatin binçavkirin. 100 hezar kes ji kar hatin derxistin. Hewldana ji holê rakirina siyaseta muxalefet, bi hejmaran çewisandina dijminê xwe û xwe bi rayeyên berfireh xelatkirin bertekên paranoyak ên Serokomar nîşan didin. Wisa ye ku dê li ser rayeya wî ya takekesî tu mekanizmaya kontrolê tune be û dê destûra fikrek cuda ne de.

Birêz Erdogan zilamekî xwedî sebra stratejîke. Dijminên xwe yek bi yek ji holê radike. Destpêkê kesên xwe wekî parêzvanên laîkliya kemalîstê didîtin û artêşa ku berê bihêz bû, piştre jî rojanemgerên ku derbarê nelirêtiyên malbata wî de nûçe çêkirine û herî dawî jî i îslamkarên veşartî yên tevgera Gulen û yên ji wî dur… hemû geşedanên heta niha kêrî karê Erdogan hat.

Lê talûke jî hene. Êdî veberhênanên biyanî yên li Tirkiyeyê bifikarin. Pere dibirin. Ketina turîzma derve jî li ber çavane. Kurd û aliyên îslamî êrîşek nû plan dikin. Û mutefîkên Birêz Erdogan ên Rojava jî dest ji wî ber didin. Heta niha tene NATO’yê rexne ne kir û di plana dawî de ma. Lê êdî divê NATO ji bo azadî û demokrasiya di dilê îtîfakê de ye dengê xwe bilind bike.