XERPÊT - Rojnameger û Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Mehmetn Guleş, dê di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de bê darizandin.
2'emîn rûniştina doza Rojmameger û Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Guleş ê dema nûçe dişopad hat binçavkirin û hat girtin û 22 sal cezayê girtîgehê jê tê xwestin, dê di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de bê dîtin. Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş ê bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re hat girtin û der barê wî de 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, girtî tê darizandin. Rojnameger Mehmet Guleş dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand û ji aliyê polîsan ve bi îdîaya "der barê te de biryara lêgerînê heye" hat binçavkirin, di 7'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Yekemîn Rûniştina Doza Guleş di 3'ê Nîsanê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê hatibû dîtin. Di îdianameya hat amadekirin de, nûçeyên Guleş çêkirine, hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re û weşanên wî yên zindî yên TV'ya wek sûc hatin hesibandin. Bi îdiaya "Endamtî û propagandaya rêxistinê" der barê Guleş de heta 20 salî cezayê girtîgehê tê xwestin.
2'emîn rûniştina doza Guleş, dê sibê di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Xerpêtê bê dîtin.