Cîhan Şêx Ehmed: Tabqa temame dora Reqayê ye

REQA - Di pêngava 4’emîn a operasyona Xezeba Firatê de navenda Tabqayê hat azadkirin. Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku niha dora Reqayê ye, banga ne tirsin li gel û banga teslîm bibin li DAÎŞ’ê kir.

Di pêngava 4’emîn a operasyona Xezaba Firatê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji bo rizgarkirina Reqayê hat destpêkirin de bajarê Tabqayê hat rizgarkirin. Şervanên k udi 3 rojên dawî de 9 tax ji DAÎŞ’ê rizgar kirin, bi hezaran sivîlên li taxê jî birin cihên biewle û piştî operasyonên şevê din hatin pêkanîn 3 taxên din jî ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku wan di 21’ê Adarê de operasyona Tabqayê dane destpêkirin, destpêkê Balefirgeha Leşkerî ya Tabqayê û piştre jî Bendava Tabqayê rizgar kirine.

KETIN NAVENDA DAÎŞ’Ê

Ehmed, da zanîn ku bendavê dema operasyonê dirêj kiriye û wiha got: “Em naxwazin gelê me zirarê bibine. Dema me cihek rizgar kir dixwazin bixin bin xizmeta gel. Me operasyonên xwe yên nava bajar bi vê mantiqê dan meşandin. Çeteyên DAÎŞ’ê her cih mayînkirine. Ji ber wê me li taxê rizgar kirî xebatên lêgerîn û lêkolînê dan meşandin. Tabqa navenda DAÎŞ’ê bû. Me bihezaran welatiyên li wir bûn ji bindestiyê rizgar kirin.”

PAQIJIYA LI TABQAYÊ DIDOME

Ehmed, anî ziman ku wan gundên li dora bendava Tabqayê ne jî rizgar kirine û wiha pêde çû: “Em bajar diyarî gel dikin. Tabqa ji bo me cihekî stratejîke. Reqa bêyî Tabqa nikare bê girtin. Piştî Tabqayê em ê bimeşin navenda bajarê Reqayê. Rizgarkirina Tabqayê di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê de didome. Niha li bajar paqijiya dawî tê kirin. Me şahidiya keyfxweşiya welatiyên ku me tax û cihên wan rizgarkirine kir. Çûna QSD’ê ya wir baweriyê dide gelê herêmê. Jin û ciwanên li herêmê tevlî QSD’ê dibin. piştî ciwanên Tabqayê ji DAÎŞ’ê rizgar bûn tevlî refên QSD’ê bûn û ev hêza têkoşînê dide me.”

'TESLÎM BIBIN’

Ehmed, destnîşan kir ku piştî Tabqayê ew ê bimeşin Reqayê û wiha axivî: “Rizgarkirina Reqayê dê bibe serkeftina gelên cîhanê. Em bang li geleye Reqayê dikin. Dê hewl bidin gel bitirsînin. Ji ber wê ber bi herêmên em lê be ve werin. Em ê êdî destûr nedin ku gelê me êş bikişîne. Em ji vir bang li çeteyên li navenda Reqayê ne jî dikin. Çekên xwe deynin û teslîm bibin. Ev şer têkoşînek mafdare û em ê biserkevin. Ev şerekî azadiyê ye. Şerê ji rizgarbûna koletiyê ye. Em firsendekê didin wan jî. Werin teslîmî hêzên QSD’ê bibin. Ji bilî vê rizgarbûna wan tune ye.”

Nazim Daştan - dihaber