Li Cizîrê lêgerîna ‘tunelê’: Bîrên avê tên girtin

ŞIRNEX - Li malên derdora qereqol û avahiyên fermî yên li Cizîrê ne lêgerîna “Tunelê” hat kirin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê polîsan li mal û cihên kar ên derdora qereqol û avahiyên fermî ne lêgerîna “Tunelê” pêk anîn. Di lêgerîna ku polîsên tevgera taybet jî beşdar bûn de piştî li hemû malan lêgerîn hat pêkanîn wêneyên malan hatin kişandin. Polîsan xwestin bîrên li bexçeyên malanin bên girtin û diyar kirin ku dê hertim li malan lêgerîn bên kirin.

Li navçeya Rezana Amedê di 11’ê Nîsanê de ji aliyê PKK’ê ve li dijî avahiyên qereqolê tünel hatibûn kolan û êrîşa bombeyî pêk hatibû. Piştî êrîşê pêkanînên lêgerîna tunelan li bajar jî hatibû pêkanîn.