ENQERE - Malpar û parêzerên malbatên komkujiya Enqereyê beriya 3'emîn rûniştina dozê daxuyanî dan û bal kiyandin ser berpirsiyariya komkujiyê ya siyasî. Prz. Bek, diyar kir ku ev komkujî têkiliya AKP'ê û DAÎŞ'ê nîşan dide.
3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Rûniştina dozê dê 3 rojan bidome û heta 4'ê Gulanê bidome. Beriya rûniştina dozê dest pê bike malbat û parezeran li ber edliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de malbatan silogana “10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin" û wêne yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin. Li ser navê malbatan û komê hevsera Uygar Coşgun û Hevseroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun daxuyanî da. Coşkun, anî ziman ku ew dê ji niha û şûnde her dem li qadan bin û daxwazên aştiyê biqîrin. Parêzerê malbatan Tugay Bek jî anî ziman ku doza 10'ê Cotmehê jî wekî doza rojnameger Hrant Dink siyasî ye û komkujiya 10'ê Cotmehê têkiliya di navbera DAÎŞ'ê û AKP'ê de nîşan dide.
Beşdarê dozê Holger Grîebner ê ji Hamburga Almanyayê hat jî anî ziman ku ew bi têkoşîna wan a aştiyê serbilind in û anî ziman ku ew her dem li cem doza 10'ê Cotmehê de cih digirin.
Parlamenterê HDP'ê Sırrı Sureyya Onder û Parlamenterê CHP'ê Şenal Sarıhan û Veli Agbaba vû Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gürkan, Serokê ODP'ê Alper Taş amade bûn.