NAVENDA NÛÇEYAN - Astengkirina Ansîklopediya herî mezin a cîhanê Wikipedia hat îtîrazkirin.
Ansîklopediya Wikipedia ya bi hemû zimanan versiyona wê heye ji aliyê Lijneya Ragihandin û Zanistên Teknolojî (BTK) ve li Tirkiyeyê ketina wê hat astnegkirin û ji vê astengiyê re îtîraz hatkirin. BTK pişt da madeya 8/A(1) a qanûna hêjmar 5651 biryara astengkirina wê dabû, endamê Perwerdehiya Zanîngeha Zanistê ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz, endamê Perwerdehiya Zanîngeha Enqereyê Yrd. Doç. Dr. Kerem Altiparmak li 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê ku biryara BTK’ê erê kiribû serlêdana îtîrazê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî ji bo çalakiya “World Cities Expo Stenbol” ku dê li Navenda Kongreya Halîçê di navbera 15-18’ê Gulana 2017’an de pêk bîne avakarê Wikipedia Jimmy Wales dawetkiribû û piştî qedexeyê Wales ji lîsteya dewetê hat derxistin.