Li Dihê binçavkirin

SÊRT - Di serdegirtinên malan ên li gundê Dihê de gelek kes hatin binçavkirin.

Li gundên Xalidyê, Girhiseynî, Basixrê û Reşêne yên navçeya Dihêya Sêrtê di saetên sibê de polîsan bi ser malan de girtin. Hat zanîn di serdegirtina malan de ji 10’an zêdetir kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin fermandariya Cendirmeyan a navçeyê.