Hikûmeta Fînlandiya wêneyê Alan kurdî li perê xwe xist

NAVENDA NUÇEYAN - Hikûmeta Fînlandiyayê di salvegera avabûyîna dewleta xwe ya sed salî yê de, bi armanca rêzdariya mafên mirovan û edeleta global wêneyê Alan Kurdî li ser pereyên xwe nexşand.

Hikûmeta Fînlandiya di çarçoveya pîrozbahî û bîranînên avabûyîna dewleta xwe de xwest ku balê bikişîne ser edeleta global û rêzdariya bo mafên mirovan. Hikûmetê ji bo vê yekê jî wêneyê ku di cîhanê de bûye sembol yê Alan Kurdî yê ku di îlona 2015'an de li peravên bahra Egeyê hatibû dîtin li ser pereyên xwe nexşand. Alan Kurdî di 2'ê îlona 2015'an de li peravê Deryayê yê Muglayê hatibû dîtin.