Di êrîşa DAIŞ’ê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan

HESEKÎ - DAÎŞ'ê li dijî penaberên Iraqê yên li deriyê sînor ê Recim Slêpî serê sibê êrîş pêk anî. Di êrîşê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 37'an.

Endamên DAIŞ‘ê, di saetên serê sibê de li deriyê Recim Silêbî yê di navbera Rojava-Iraqê de êrîş pêk anî. Di êrîşa serê sibê de 22 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên derdorê. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) piştî êrîşê ervanên QSD‘ê berisv da DAÎŞ'ê û ew ji herêmê derxistin. Saziya Hevya Sor a Kurd, QSD‘ê, Hêzên Asayîşê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Piştî erîşê cenazeyên 22 penaberan hatin dîtin. Cenaze li bajaroka Holê û Rêveberiya Kampa Holê hatin definkirin. Ji kesên birîndar ku rakirin nexweşxaneyên Hesekê jê 15 koçberan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê Hejmara koçberên Sûriya û penaberên Iraqê yên di êrîşa DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest dan derket 37 kesan.

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku li nexweşxaneyên Hesekê 15 koçberên birîndar jiyana xwe ji dest dane. Piranya qurbaniyan jin û zarok in.

Kesên birîndar bûne jî navê wan wiha ne: Ebdula El-Xelef Hemed (25), Ayşa Mihemed (35), Yasir Salih Xidir (30), Beşdar Hesen (17), Mihemed Ebdurezaq (13), Delal Elawî Xidir (24), Mêrvet Yasir Xdir (3), Şeymai Xidir Xelef (30), Leyla Mehmûd (45), Mînas Xidir Wawî (15), Emar Mehemed El-Hac (18), Nûra Ehemed El-Xidir(15), Umer Elî El-Şiyûx (33), Beşar Ebdurezaq El-Şêx (11), Ebdela Ehemed Xidir, Leyla Mehmûd, Delal Elawaî Xidir (24), Receb Elî Casim, Derek Ebd El-Elî, Salih Şihade Mele Elî.

Zarokên şîrî jî hatin kuştin. Di êrîşa DAÎŞ'ê de 3 mehî Mintezir Ishaq Xidir jiyana xwe ji dest dan.