DERSİM - Rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun hat dîtin. Doz hat taloqkirin.
Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku ji peywira hevşaredariyê hat dûrxistin bi îdiaya "peywira xwe xerab bikar anîye" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina doza Altun li Asliye Ceza ya Dersimê hat ditin. Altun ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandıra tê girtin beşdarî rûniştina dozê nebû. Parêzerên parastin kirin xwestin agahiyên dosyaye bên temamkirin û piştre parastinê bikin. Heyeta dadgehê jî biryar da ku ji bo agahiyên dosyayê bên temamkirin rûniştina dozê taloq kir.