EDENE - Hevserokê HDP'ê yê navçeya Ceyhana Edeneyê Tahir Ozdemir, di rûniştina yekemîn de hat berdan.
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Ceyhana Edeneyê Tahîr Ozdemîr ê ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin û heta 15 sal ceza jê dihat gixwestin di rûniştina yekemîn de hat berdan. Yekemîn rûniştina doza Ozdemir jî dinavde 3 jê girtî 7 kesan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Cengiz Ertaş, Tahir Ozdemir û Mahmut Dogan ên girtî dihatin darizandin û Şehri Y., Husnu E., Murat S. û Halil Îbrahim B. ên serbest dihatin darizandin û parêzerên wan amade bûn. Piştî parastinê Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Tahir Ozdemir, Cengiz Ertaş parastin kirin û xwestin beraet ben kirin. Dozger jî xwest girtî bên darizandin. Heyeta dadgehê jî der barê Ozdemir de biryara tahliye da. Rûniştina dozê taloqî demên pêş hat kirin.