Hevşaredara Payîzavayê hat girtin

WAN - Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn bi îdîaya “endama rêxisitnê ye” hat girtin.

Hevşaredara Payîzavaya Wanê Yildiz Çetîn bi îdîaya “endama rêxisitnê ye” hat girtin. Çetîn ku duh bi hinceta derbarê wê de biryara girtinê heye hatibû binçavkirin, piştî karên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dadgehê hat kirin. Çetîn ku îfadeya wê li dozgeriyê hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, hat giritn û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.

Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn di 29’ê Adarê de hatibû binçavkirin û hatibû berdan.