AMED - Her demsal bi reng û rû, bi xeml û xwezaya xwe xwedî nasnameyek e. Mehên demsala payîzê bi hewa xwe nerm, fêkiyên xwe yên dewlemend û rengên xwe tên nasîn. Li Amedê jî mehên payîzê bi rengînbûnê xwe coşa xwe radixe ber çavan. Di van rojên ku em dî sînorê navbera payiz û zivistanê de ne, rengê zivistan û payizê yên xweser ahengek zindî çêdike. Rengê zer, sor û weşandina pelan nîşan dide ku demsal xatir dixwaze û derbasî zivistanê dibe. Pelên reng û reng ji daran diweşin hemû xweşikiya payîzê xatir dixwaze û cihê xwe ji mehên zivistanê re dihêle.
Wêne: Bîlal Guldem