MÊRSÎN - Solîstê koma muzîkê ya Waveylî Bariş Arun bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" hat girtin.
Solîstê Koma Muzîkê ya Waveyli Bariş Arun ê di dema pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de li Mêrsînê derket ser dike û piştî daketina ji ser dikê hat binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger bi tawanbariya "Propganadya rêxistinê" Arun sewqî dadgeha nobedar kir. Heyeta dadgehê jî, bi heman hincetê biryara girtina Arun da. Arun, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
Hat zanîn ku ji ber parvekirinên civaka medyayî Arun hatiye girtin.