Rojnameger Çoban û Îlkan, 8 meh in li benda îdianameyê ne

MÊRSÎN - Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK'ê hat girtin Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan, 8 meh in ku li benda îdianameyê ne. Parêzerê Çobanê, Turgay Bek anî ziman ku, rewşa girtîbûnê veguheriye rewşa cezakirinê.

Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên ku di Îlona 2016'an de li Mêrsînê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, ev 8 meh in ku li benda îdianameyê ne. Parêzerê Çoban a ku li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin, Turgay Bek bi bîr xist ku, ji ber muwekîla wî rojname belav kirine bi awayekî derhuqûqî bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Bek, da zanîn ku bi mehan e ku dosye li dozgeriyê tê rawestandin û wiha got: "Niha dosye bi ya kesên ku tu eleqe û pêwendiya wê bi wan re tune ye, hatiye yekkirin. Li gor me, ev dosye herî zêde ji bo propagandayê dikare bê vekirin. Heke wisa bûna jî diviya niha bihatana tehliyekirin. Yanî heke ji cezayê propagandayê bê mehkûmkirin jî, dibe ku rojekê jî neyê ragirtin."

GIRTIN, VEGUHERÎ CEZAKIRINÊ

Bek, anî ziman ku sedema biderengîxistina dosyeyê, ew e ku dixwazin Çobanê ceza bikin û wiha axivî: "Yanî niha nayê zanîn ku dê heta kengî bê ragirtin. Ji ber biryara nepeniyê, mafê me yê mudaxile û parastina dosyeyê jî hatiye astengkirin. Girtina ku di qanûnê de ji bo tevdîrê hatiye diyarkirin, niha veguheriye navgîna cezakirinê."

'KEÇA MIN LI GIRTGEHÊ TÊ CEZAKIRIN'

Dayika Çobanê, Nafiye Çoban jî îşaret pê kir ku wê careke vekirî û 3 caran jî bi awayekî girtî hevdîtin bi keça xwe re kiriye û wiha axivî: "Her hefte ji bo hevdîtinê diçim. Her cara ku ez diçim, dibêjin cezayê Şîrînê heye û ji ber vê nikarim pê re hevdîtinê çêbikim." Çoban, da zanîn ku 2 mehan cezayê ragihanê li keça wê hatiye birîn û wiha got: "Her hefte bi hêviya hevdîtinê diçim ber deriyê girtîgehê, lê belê ez keça xwe nabînim. Dema ez ji gardiyanan dipirsim dibêjin 'Em nizanin, dozgerî û qeymeqamtî dizanin. Biçin ji wan bipirsin.'"

'ÊDÎ DOSYEYA KEÇA MIN VEKIN'

Çoban, anî ziman ku keça wê bi riya hevalên xwe yên hatine tehliyekirin, peyam rê kirine û jê xwestiye ku, her hefte bê girtîgehê. Çoban wiha domand: "Bila demildest dosyeya Şîrîna min vekin. Sûcê wê çî ye? Em jî nizanin ku ji bo çi evqas meh in tê ragirtin." Çoban, da zanîn ku pirsgirêkên keça wê yên tendursitiyê hene û wiha got: "Pirsgirêkên keça min ên tenduristiyî hene. Bila demildest dosyeya wê vekin. Nebû jî bila darizandina wê bê temamkirin, da ku em zanibin ji bo çi di girtîgehê de ye. Ev jî nebes e, em nikarin hevdîtinê jî bi keça xwe re çêbikin. Hem min, hem jî keça min ceza dikin."