Parlamenterê HDP'ê yê berê Canan hat binçavkirin

COLEMÊRG - Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Esat Canan di serdegirtina mala xwe de hat girtin.

Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Colemêrgê Esat Canan bi riya Twitterê diyar kir ku hat binçavkirin. Canan, di hesabê xwe ye twitterê de wiha got: "Li gundê Karli yê Geverê ez li mala xwe hatin binçavkirin. Niha li mala min lêgerîn tê kirin."