WAN - Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Nûçeyan a Îpekyolu ya bi KHK'ê hat girtin Cengiz Aslan, diyar kir ku rojnameya wan beriya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê hat girtin
û wiha got: "Ev ne tesadufî ye. Dixwazin bajar bê bêhn û nefes bihêlin."
Rojnameya Nûçeyan a Îpekyolu di sala 2010'an de li Wanê bi silogana “Ji bo Tirkiyeya Demokratîk" dest bi weşana herêmî kir. Di 29'ê Nîsana 2017'an de jî bi KHK'ê ya hêjmar 689'an hat girtin û hat mohrkirin. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Îpekyolu Cengiz Aslan, bertek nîşanî girtina rojnameyê da û diyar kir ku dixwazin bajar bê bêhn û bê deng bihêlin. Aslan, diyar kir ku rojnameya wan beriya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê hat girtin û wiha got: "Ev ne tesadufî ye. Dixwazin bajar bê bêhn û nefes bihêlin. Lijneya Îlana Çapemeniyê 157 hezar cezayê pereyan li me birî. Rojnameyên herêmî bi piştgiriya îlanan xwe li ser piyan dihêlin û fînanse dibin. Lê me bêyî ku em piştgiriyê ji îlanan bigirin me xwe li ser piyan hişt. Hemû hevalên me bi fedekarî xebitîn. Bi dil û can û bi bawerî xebitîn. Piştî qeyûm hat tayînkirin hemû aboneyên me asteng kirin. Saziya Îlana çapemeniyê li me 157 hezar cezayê pereyan li me birî. Xwestin rojname bi riya aborî îflas bike û bê girtin. Lê me di ber xwe da û me destûr neda vê yekê. Herî dawî em bi KHK'ê girtin. Li Wanê rojnameya herî zêde tê firotin. Niha 650 aboneyê me hene. Piştî rojname hat girtin hemû aboneyên li men digerin û piştgiriyê didin me. Li wane 6 rojnameyên herêmî hene. Di nava rojnameyan de herî dereng me dest bi weşanê kir. Rojnameyaherî zêde xwedî traj bû. Herî zêde dihat firotin. Gelê wanê li Rojnameyê xwedî derdiket.
Bi girtina rojnameya nefesa bajar hat girtin. Li vî welatî ajans, tv û rojname hatin girtin. Tirkiye di lîsteya reş a cîhanê de ye. Em berî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê hatin girtin. Ev bi zanebûn e. Em 3'ê Gulanê li hemû xebatkarên çapemeniyê yên dibin deng û guhê civakê û wîcdan pîroz dikin.