Ewil beraet kirin û piştre îxrac kirin

AMED - Endama SES'ê Sevgul Tekîn ku di "Qedexeyên derketina kolanan" de li Navçeya Farqînê beşdarî çalakiya “Ji bo parastina jiyanê em Saetekê xizmetê nadin" der barê wê de doz vebû û sirgûnî Stenbolê hat kirin, hemû doz qezenç kirin. Tekîn piştî hemû doz qezenç kirin û beraet kir, roja din bi KHK'ê hat îxrackirin.

Îktîdara AKP'ê piştî 15'ê Tîrmehê OHAL îlan kir û bi KHK'yan Tirkiye bi rêve dibe. Heta niha bi KHK'yan akademîsyen, mamoste, doktor, leşker, polîs, kedkarên tenduristiyê, jî di navde zêdeyî 100 hezar karmendên cemaweriyê îxrac kirin. Heta niha karmendên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin serdema darbeyên 27'ê Gulanê, 12'ê Adarê, 12'ê Îlonê û 28'ê Sibatê derbas kirin. Lijneya Wezîran herî dawî di 29'ê Nîsanê de KHK ya hêjmar 689'an îlan kir û 3 hezar û 974 kedkarên cemaweriyê îxrac kirin. Kedkara tenduristiye Sevgul Tekîn jî hat îxrackirin. Tekin, bi KHK'ê ji pîxeyê xwe yê 10 salin hat îxrackirin. Endama SES'ê Sevgul Tekîn dema li Farqînê "Qedexeya Derketina Derve" hat îlankirin li Farqînê dixebitî. Dema Sendîkaya wan li dijî kuştinan û binpêkirina mafan di Kanûna 2015'an de li hemû bajaran çalakiya bi navê “Ji bo parastina mafê jiyanê, em saetekê xizmetê radiwestinin" pêk anîn Tekîn jî li Farqînê daxuyanî xwend û li dijî kuştina mirovan bertekên xwe anî ziman. Ji ber li ber Girtîgeha Dewletê ya Farqînê daxuyanî da rastî êrîşan hat û hat binçavkirin. Der barê wê de doz hat vekirin û cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Dozger ji ber çalakiyê heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest û doz vekir.

Tekin, di 1'emîn rûniştina li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de beraet kir. Tevî vê biryarê der barê Tekin de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Piştî Qeymeqamê Farqînê rapora erênî der barê Tekîn de amade kir jî dîsa ji bo Tekin bê îxrackirin sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Bilind hat kirin. Lijneyê der barê Tekin de 3 mehan cezayê rawestandina kidemê da û Tekîn ji Amedê sirgûnî Stenbolê kirin. Tekîn ji ber vê yekê li rayedaran glî kir û doz vekir. Tekîn doz qezenç kir û amadekariya vegera Amedê kir. Tekîn piştî 2 dozên der barê wê de hatin vekirin qezenç kir û bi ser ket vê carê bi KHK'ê hat îxrackirin.

'JI BER ME XWEST MIROV NEYÊN KUŞTİN EM RASTÎ CEZA HATIN'

Tekîn bertek nîşanî ixracê kir û wiha got: "Me di çarçoveya mafê zagonî yên sendîkayî de daxuyanî da û me xwest mirov neyên kuştin. Ji ber ku me daxuyanî da doz li min hat vekirin û rastî cezayê dîsîplînê hatim. Hatim sirgûnkirin. Dema zarok û mezin hatin kuştin min li Farqînê xizmet kir. Gelek kedkarên tenduristiyê jî di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo li vî welatî mirov neyên kuştin, ji bo ji mafê xwe yê tenduristiyê mahrûm neyên hiştin me daxuyanî da. Ji bo vê yekê lêpirsîna dîsîplînê li min vebû. Ez 1500 kilometre sirgûnî Stenbolê kirim. Lê ji ber ku ez mafdar im ez serbilindim û wîjdanê min rehet e. Min guh da dengê wîcdanê xwe. Ez mafdar im û ez dê li mafê xwe bigerim. Tevî min hemû doz qezenç kirin jî ez hatim îxrackirin. Dema min amadekariya vegera welatê xwe dikir ez hatim îxrackirin. Ez dê tevî hemû hevalên xwe yên hatin îxrackirin têbikoşin.