COLEMÊRG – Li navçeya Geverê ji ber berfa dest pê kir gelek rêyên gund û gundikan hatin girtin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hewaya sar a demek e bandora xwe nîşan dide, cihê xwe ji berfê re hişt. Ji ber berfa duh êvarê dest bi barînêkir, gelek rêyên gund û gundikan ji çûn û hatinê re girt. Bilindahiya berfê li navçeyê 5 li cihên bilind jî gihişt 15 santîmêtreyê. Ji ber berfê li gelek taxan ceyran qut bûn û hat zanîn ku rêya gelek gund û gundikan jî hatiye girtin. Ji ber paqijkirina berfa navendê û vekirina rêyên gund û gundikan jî komên girêdayî şaredarî û Rêya Bejayî xebat didin meşandin.
Li bendê ye ku heta dawiya vê hefteyê berf bibare.
Wêne: Gokhan Altay