DERSIM - Bi boneya 80’emîn salvegera qetlîama Dersimê ya 4’ê Gulana 1937’an dê bîranîna “Seyidona Xo Yad Kemi 1937-38 Xo Vera Nikemî" bê lidarxistin.
Ji bo 80’emîn salvegera qetlîama Dersimê ya 1937/38 ku têde hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî hatin koçberkirin dê bîranînek bê li darxistin beriya bîranîn civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna li avahiya HDP’ê ya bajar hat pêkanîn de Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu axivî. Onlu, diyar kir ku bîranîna par bi pêşengiya şaredariya Dersimê hat lidarxistin îsal dê bêyî hevşaredar û şaredariya ku ji aliyê AK Partiyê ve hatiye xespkirin di şertên OHAL’ê de bê pêkanîn.
’PLANA QETLÎAMA BERIYA 80’Î SALAN DIDOME’
Onlu, da zanîn ku qetlîama Dersibê beriya 80 salan di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara ji Lijneya Wezîran derketibû hat destpêkirin û wiha got: “Qetlîama Dersimê beriya 80 salan bi zanebûn, bi plan û bernameyan xistin meriyetê, ev jî bes nedîtin hêjî li dijî baweriya Dersimê ya ‘Ra Haq’, kok û hiqûqa civaka wê dijminatî dê domandin. Plana qetlîama beriya 80 salan hêjî didome. Qirkirin û dijminatî berdewam dike.”
‘BÎRANÎN DÊ LI QADA SEYÎD RIZA BÊ PÊKANÎN’
Onlu, anî ziman ku her çiqas îro karekter hatibe guhertin jî, îmhakirina dîrok û çanda Dersimê berdewam dike û wiha pêde çû: “Bi paşeroja xwe re rû bi rû bûyîn, mexdûriyet ji holê rakirin, qirkirin carekdin neyên jiyîn gavên bingehîn ên ku dewlet biavêjinin. Heta ev çênebe nikare aştiya civakî pêk bîne. Em hemû akademîsyen, nivîskar, rojnameger, hiqûqnas, dîrokzan, saziyên bawerî û herêmê yên Dersimê, parlamenteran dawetî bîranîna ‘Seyidona Xo Yad Kemi 1937-38 Xo Vera Nikemi’ ya di 4’ê Gulanê de li navenda Dersimê tê pêkanîn dikin.”
Aliyên ku dawetî bîranîna "Seyidona Xo Yad Kemi 1937-38 Xo Vera Nikemi" hatine kirin wiha ne:
Komeleya Elewiya Demokratîk (DAD), Navenda Lêkolînê ya Dersimê (DAD), Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Cemiyeta Ji nûve Avakirina Dersimê, Meclîsa Pîran, Şahidên 37, 38’an, Komeleya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Dersimê, Jii bo Ked û Demokrasiyê Yeketiya Kedê, Parlameneterên HDP’ê Erdal Ataş, Muslum Dogan, Alîcan Onlu.
Bi boneya bîranînê dê sibê saet di 15.00’an de DAD’a Dersimê panela bi mijara “ji 38’an heta roja îro Qetlîama Dersimê” pêk bîne. Saet di 17.00’an de jî dê Pîr, dayîk û hunermend li Qada Seyîd Riza kesên hatine qetilkirin bibîr bînin.