Polîsan bi ser Komeleya Rojava de girtin

ÎZMÎR - Polîsan bi ser Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava ya ku deriyê wê hatiye mohrkirin a Îzmîrê de girtin.

Polîsan bi ser Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava ya ku bi biryarnameya KHK’ê deriyê wê hat mohrkirin a li Basmeneya Îzmîrê de girtin. Hat zanîn ku derbarê serdegirtinê de ji rêveberiya komeleyê re tu teblîkat ne hatiye şandin û lêgerîna polîsan a li avahiyê didome.