TGS: Rojnamegerî tê tunekirin

STENBOL - TGS’ê der barê 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ev tişt diyarkirin: “Li welatê me yê ku bi OHAL’ê tê birêvebirin rojnamegerî tê tunekirin. Bi dehan saziyên çapemeniya muxalif hatin girtin. Dixwazin çapemeniya ye desng û Tirkiyeya yek deng ava bikin.”

Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li Qada Galatasarayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojnamegerî ne sûce” hat vekirin û dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Rojnamegerî ne sûce” hatin berzkirin. Li vir Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, diyar kir ku rojanemgerî ne sûce û wiha got: “Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 3'ê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê hatiye îlankirin, ev 24 salin ser re derbas dibe lê her ku diçe azadiya çapemeniyê paşde diçe. Bi taybet di nava 10 salên dawî de bi dehan rojnameger hatin girtin, derbarê wan de doz hatin vekirin û bi hezaran jî bêkar man. Îro 159 hempîşeyên me ji ber nûçeyên çêkirine, nivîsên nivîsîne û tevlî bernameyên televîzyonê bûne girtîne.”

Durmuş, da zanîn ku hêjî derbarê gelek hevalên wan ên girtî de îdîaname ne hatine amadekirin û wiha pêde çû: “Li girtîgehê tên hiştin, binçakirina wan vedigere rewşa girtî. Hiq’uq tê binpêkirin. Em wekî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, di roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de, dixwazin hemû rojnamegerên li welatê me û welatên din ên cîhanê yên girtî ne serbest bên berdan. Em dibêjin ‘Rojnamegerî ne Sûce’. Ger rojnamegerî nebe demokrasî nabe, rojnamegerî nebe hiqûq nabe. Em bang li hemû welatiyan dikin ku ji bo xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derbikevin piştevaniya me bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Rojnamegerî ne Sûce” û belavkirina qerenfîlan bi dawî bû.

Hinek welatiyên li derdorê jî dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berzkirin.