STENBOL - Birîndar û şahidên qatlîama Pirsûsê ji bo doza ku dê sibehê li Rihayê bê dîti derketin rê.
Însiyatîfa Birîndar û Şapidên Pirsûsê ji bo doza ku sibehê dê li Rihayê bê dîtin li ber Şaredaiya Kadikoyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Di şopa 33 rêwiyên xeyalan de em ji bo Pirsûsê li pey edaletê ne" hate vekirin û dir^şumên "Ji Arînê heta Sîbelê em ber bi serkeftinê ve dimeşin" "Pirsûsê ji bîr neke nede jibîrkirin" "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" hatin berzkirin.
Gaziya Pirsûsê û Hevseroka Giştî ya SGDF'ê Ceren Çoban gotina "Em i çeteyê me de hêvî, îrade, pêlîstok û şekirên xwe ve derketibûn rê" bi kar anî û diyar kir ku Pirsûsê yek ji qatlîama bi xwîn a li ser vî axê ye. Çoban got ku di dozê de tenê 3 bersûc hene û wiha axivî "Em ê bi mîratyea 33'yan ve ji bo Pirsûsê li pey edaletê bin. Bi hezaran sal derbas be jî dê kiryarên Pirsûsê hesab bidin."
Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk jî diyar kir ku di 20'ê tîrmehê de agir bi dilê gelên Tirkiyeyê ket. Turk banga piştevaniyê ji bo Pirsûsê kir û wiha got: "Têkoşîna me heta ku hesabê Pirsûsê bê pirsîn bidome."
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci jî wiha got: "Ew li dijî zilmê, li dijî faşîzmê ji bo jiyaneke azad û bihevre li wir bûn. Her êrîşên çeteyan ên nayên cezakirin ji bo yekî din dawetname ye."
Endamê Lijneya Rêvbeber a DÎSK'ê û Serokê Giştî lê Lîmter-Îş'ê Kanber Saygili yê gotina "Pirsûs tenê Pirsûs nîne. Çîroka 33 kurdên ku bi zindî kirin axê ye. Canên me yên ku di qatlîama 77'an de di bin panzerê de hatin parçekirin en" bi kar anî jî destnîşan kir ku ev doz, doza gelên Tirkiyê ye.
Koma Fikr a Marksîst (MTF), Tevgera Ciwanên Sosyalîst (SOH), endamên Ciwanên anarşîst jî di axaftinên xwe de diyar kirir ku ji bo hesabê Pirsûsê bipirsin dê têkoşîna hevpar bidomînin.
Piştî axaftinan kesên ku dê beşdarê dozê bibin ber bi Rihayê hatin oxirkirin.