Doza Dînk taloqî sibê hat kirin

STENBOL - Di doza Dînk de ji ber hinceta parêzerên bersûcan ên ku diviyabû îfade bidin doz taloqî sibê hat kirin.

Doza derbarê qetilkirina Rêveberê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagleyana Stenbolê hat dîtin. Bersûcê girtî Ogun Samast û Serokê Daîreya Îstixbaratê yê wê deme Ramazan Akyurek tevlî dozê bûn û Midûrê Polîsan ê Trabzonê yê wê deme Alî Fuat Yilmazer jî tevlî dozê nebû.

Piştî belgeyên ku hatin dadgehê hatin xwendin, ji ber hincetên parêzerên Akyurek û Yilmazer dadgehê doz taloq kir. Doz dê sibe bi parastina Yilmazer bidome.