Qeyûmê li Wanê 198 karker dûrxist 5 rojin avê nade Dêrsimê

WAN - Li Wanê Qeyûmê li şaredariyên Rêya Armûşê, Artemêt, Qelqelî û Erdîşê 198 karker ji kar dûr xistin. Li Dersimê jî piştî Qeyûm hat tayînkirin gelek tax 5 rojin bê av e.

Qeyûma Şaredariyên Wanê li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêt, Qelqelî û Erdîşê 198 karker ji kar dûr xistin. Qeyûma Rêya Artûşê 103, Qeyûma Artemêtê 21, Qeyûma Qelqeliyê 4 û Qeyûma Erdîşê 14 karker ji kar dûr xistin. 56 karkerên bi peyman ên Rêya Arşûşê jî heta 1'ê Çileya 2017'an dê ji kar bên dûrxistin.

QEYÛMA DERSIM 5 ROJIN AVÊ NADE TAXAN

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin, 5 rojin gelek taxên wê bê av man. Qeyûm 5 rojin avê nade taxên Alibaba, Munzur û Esentepe. Welatiyên av ji ser wan hat qutkirin di nava serma û berfê de diçin avê ji ser kaniyan dikişînin. Welatî dixwazin bi lezgîn pirsgirêka avê bê çareserkirin.