OSMANIYE - Li Osmaniyeyê di doza ku 6 jê girtî bi giştî 9 kes lê dihatin darizandin de, ji ber parvekirinên civaka medyayî li her 6 kesên ku hatin tehliyekirin sal û 6 meh û 22 roj ceza hat birîn.
Rûniştina doza ku 6 jê girtî 9 kesên ji ber parvekirinên civaka medyayî li wan hatibû vekirin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyeyê hat dîtin. Ji bersûcên girtî Burhan Kiziltaş, Mehmet Çoban, Deniz Eye, Tuncay Kahraman, Ridvan Uman û Ayhan Çelik û ji bersûcên bi awayekî negirtî dihatin darizandin jî Muslum Çagan û Ali Murtaza Dogan û parêzerên wan, tevlî rûniştinê bûn. Bersûcan di rûniştinê de cara dawî parêziya xwe kirin û tawanbariya "propagandaya rêxistinê" red kirin û doza beraeta xwe kirin. Heyeta dadgehê jî, biryara beraeta bersûcên bi awayekî negirtî dihatin darizandin û tehliyekirina 6 bersûcên girtî da. Lê belê, heyetê li her 6 bersûcên ku hatin tahliyekirin sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.