Ji ber pirtûkên li malê û beşdarbûna kongreyê 5 sal û nîv ceza

OSMANIYE- 22 xwendekarên li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyeyê hatin darizandin beraet kirin, lê bi hinceta beşdarî kongreya ciwanan bûye û pirtûkên li mala wî hatine dîtin, 5 sal û 6 meh ceza li xwendakarê bi navê Muhammet Çalin hat birîn.

Her wiha li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyeyê, îro rûniştina doza 23 xwendekarên bi awayekî negirtî dihatin darizandin jî hat dîtin. Di danişîna biryarê de, hin xwendekar û parêzerên xwe amade bûn. Meqama îdiayê daxwaza beraeta hin xwendekaran kir û xwest hin xwendekar jî bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" bên cezakirin. Heyeta dadgehê jî, biryara beraeta 22 xwendekaran da û her wiha bin hinceta beşdarî kongreya ciwanan bûye û pirtûkên li mala wî hatine dîtin, 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li xwendekarê bi navê Muhammet Çalin birî.