Di 16 rojan de êrîşa duyemîn

HATAY - Li hemberî avahiya HDP'ê ya Îskenderunê di 16 rojan de du caran êrîşa çekdarî pêk hat.

Li hemberî avahiya HDP'ê ya Îskenderuna Hatayê bi şev saet di 01.00'an de êrîşa çekdarî pêk hat. Êrîş ji aliyê kê ve hate kirin nayê zanîn. Kesên ku êrîşî avahiyê kirin gule berdan camên partiyê û li hundir amûrên elektronîk zirar dîtin. Piştî ku xebatkarên partiyê polîs agahdar kirin, polîs hatin û li hundir dest bi lêkolînê kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Îskenderunê Ahmet Çahan diyar kir ku ev êrîşa duyemîn e û ji êrîşa berê çêbû girantir bû û 5 gule bi avahiyê ketine.

Li dijî avahiya partiyê di 14'ê mijdarê de jî êrîş çêbûbû, têkîldarî êrîşê Mehmet Çaglayan ê hatibû binçavkirin piştî îfadeyê hatibû berdan.