Li Colemêrgê jiyana palûteyî

COLEMÊRG - Li gundên Colemêrgê, bi hatina biharê re kar û bar jî zêde bûn. Bi zêdebûna kar re gundî bi palûteyî barê hevdur sivik dikin û piştevaniya hev dikin.

Li Gundê Dêzê yê girêdayî navenda Colemêrgê ye, bi hatina biharê re kar û bar zêde bû û ji ber vê gundî piştevaniya hev dikin. Adile Yigit a li Gundê Rezê dijî, ji bo alîkarî û piştevaniya jintiya xwe Nirgul Yigit a ku pitika wê heye bike, 8 kîlometre rê dimeşe û tê li Gundê Dêzê nanê jintiya xwe lêdixe.

Jinên ku li aliyekî heywanan didoşin, li aliyê din jî nanê tenûrê dipêhitin. Jinên ku berî pihêtina nan bi saetan agirê tenûrê dadidin, heta ku tenûr sor dibe gulokên xwe yên hevîr çêdikin. Salih Yigit ê ku karê rojane tevî hevjîna xwe dike, diyar kir ku li gund mêr hem alîkariya hevjînên xwe dikin hem jî bi awayekî palûteyî ew û cîranên xwe piştevaniya hev dikin.

‘JI BER TENÊ ME ALÎKARIYA MIN DIKIN'

Nilgun Yigit, anî ziman ku li gund tim karê giran hene û ji ber ew bi tenê ye, jintiya wê alîkariya wê dike. Yigit wiha got: "Li mala min kesekî/e ku kar bike tune ye. Ji ber bi tenê me, em jin alîkariya hevdu dikin. Dema em nan dipêhitin, hevjînê min jî li zarokan dinihêre. Ji bilî tenûrê, em di karên rojane yên din de jî alîkariya hevdu dikin."

‘EM HER TIM ALÎKARIYA HEVDU DIKIN'

Adile Yigit, îşaret pê kir ku ew bi piştevaniyî kar dikin û wiha axivî: "Em û jintiya xwe li heman gundî rûnanên. Ez li gundê li ser riya sereke ya Wan-Colemêrgê dijîm. Lê dem dem ez tên vî gundê ku ez berê lê bûm û alîkariya jintiyên xwe dikim. Di biharê de karê me zêde dibe. Carinan ji bo berhevkirina gihayan em diçin çiyayan û yên mayî jî tevî cîranan kar dikin. Pitika jintiya min heye, ji bo alîkariya wê bikim hatime."

‘BILA ÊDÎ EV ŞER BIQEDE Û XWÎN NERIJE'

Sîtî Akdogan jî, anî ziman ku têkiliyên wan ên bi cîranan re baş in û ji ber vê tim alîkariya hevdu dikin. Akdogan wiha got: "Li vir em hemû xizmên hev in. Her cara ku serê me biêşe, cîranên me tên alîkariya me dikin. Li van gundan em kêfxweş in. Tenê derdê me ew e ku bila aştî bê û êdî xwîn nerije. Êdî em dixwazin qedexeya li zozan û çiyayên me bê rakirin û ev şer biqede."