Rewşa girtiyê nexweşê Epîlepsiyê xerabtir dibe

SÊRT - Girtiyê bi navê Aydin Tirpan ê nexweşê Epîlepsiyê ye, ji ber tedawiya wî nayê kirin tim bi tayê dikeve û her diçe rewşa wî xerabtir dibe.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, girtiyê bi navê Aydin Tirpan (40) ê nexweşê Epîlepsiyê ye, her diçe rewşa wî ya tenduristiyê xerabtir dibe. Tirpan ê ku 20 sal in nexweşîna Epîlepsiyê lê peyda bûye, tim bi tayê dikeve û piştî ku ket girtîgehê nexweşîne wî pêşvetir çûye. Tirpan ê ku şert û mercên nêvenga girtîgehê jî bandorê li vê rewşa wî dikin û ji ber vê tim bi tayê dikeve, her çi qas rapora wî hebe jî îdare girtîgehê tedawiya wî asteng dike.

JI BER BI TAYÊ KET SERÊ WÎ ŞIKIYA

Hefteya borî Tirpan dîsa bi tayê ket û ji ber vê ket erdê. Bi ketinê re serê Tirpan şikiya. Li ser vê rewşê hevalên wî bertek nîşan dan û li deriyên qawîşan xistin. Li ser vê bertekê hemşîre hatiye qawîşê û Tirpan şandine nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku, bijîşk dermanên Tirpan guherandine û bi dayîna dermanên nû re, Tirpan bêtir bi tayê ketiye.

Zêdeyî du mehan e ku Tirpan di girtîgehê de ye û di rûniştina dozê de 5 sal û 7 meh ceza lê hatibû birîn.