AMED - Rojnamegerên li Amedê dixebitin, li dijî hewldana RTUK’ê ya ji bo girtina Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê ferman daye Eutelsatê bertek nîşan dan û diyar kirin ku, bi van pêkanîn û rêbazên êrîşkariyî kes nikare ser heqîqetş binixumîne. Rojnamegeran, bang li temaşevanan kir ku xwedî li van qenalan derkevin.
Şîrketa Eutelsatê ya peyka Fransazî ku beriya niha televîzyonên kurd ên wek Med Nûçe û Newroz TV'yê girtin, niha jî hewl dide ku Stêrk, Ronahî û News Channel TV'tê bigire. RTUK’ê ferman da şîrketa Eutelsatê da ku Stêrk, Ronahî û News Channal TV'yê bigire. RTUK’ê di Cotmeha 2016’an de dîsa ji Eutelsatê daxwaz kiribû ku televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV bên girtin û Eutelsatê jî li ser daxwaza RTUK’ê ev her du televîzyon girtibûn.
LI EWROPAYÊ KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD DIDOME
Li Tirkiyeyê û heremê jî êrîşên li ser çapemeniya kurd û muxalîf di asta herî jor de ne. Li Ewropayê jî êrîşên li ser çapemeniya kurd tu car kêm nebûn û ji destpêkê heta niha her tim televîzyonên kurd tên girtin û sansurkirin. Êrîş ji dema Med TV a ku di sala 1995’an de li Londrayê dest bi weşana xwe kiribû dest pê kirin û ewil MED TV hat girtin. Li Ewropayê piştî MED TV'yê heta niha televîzyonên wek Medya TV, ROJ TV, Nûçe TV, Med Nûçe û Newroz TV jî yek bi yek bi hincet cuda û di demên cuda de hatin girtin. Li gel hemû girtina televîzyonên kurdan, carek din ev televîzyon bêdeng neman û bi televîzyonên nû dengê heremê, Rojhilata Navîn û Rojava ji temaşevanan û raya giştî ya cîhanê re ragihandin.
Carek din li ser hewldanên Tirkiyê tê xwestin ku Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel bên girtin. Li hemberî vê yekê jî rojnamgerên bi salane li heremê û Amedê li gel zext û zordariyan dixebitin, li dijî vê biryara girtina van televîzyonan nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin ku, Tirkiye dixwaze dengê heqîqetê û rastiyan bê girtin.
‘DIXWAZIN ÇAPEMENÎ BIBE YA WAN’
Nûçegihanê malpera 1HaberVar'ê Fuat Yaşar diyar kir ku, piştî girtina televizyonên li heremê û Tirkiyeyê niha jî dixwazin deng, çav û guhê gelê kurd televîzyonên li Ewropayê jî bigirin û wiha got: “Dixwazin çavê gelê kurd kor bikin. Tehamula wan li hemberî televîzyonên gelê kurd nemaye. Dixwazin ku hemû rojnamevan û çapemenî bibe ya wan. Niha jî dixwazin aqilê ‘yek dewlet, yek al, yek ziman û yek netew’ li ser çapemeniya kurd ferz bikin.”
‘TIRKIYE WELATEKÎ PAŞDEMAYÎ YE'
Nûçegihanê rojnameya înternetê Arti Gerçek Refîk Tekîn jî dest nîşan kir ku, ew di destpêkê de biryara girtina televîzyonên gelê kurd şermezar dikin û wiha berdewam kir: “Desthilatdarî û rejîma nû ya Tirkiyeyê niha dixwaze yek çapemenî û yek dengî ava bike. Di warê azadiya çapemeniyê de, ev rewş dide xuyakirin ku ka Tirkiye çi qas welatekî paşdemayî ye. Dixwazin televîzyonên ku deng û êşa gelê kurd radigihînin bigirin. Jixwe Tirkiye bûye welatê rojnameger û saziyên medyayê yên tên girtin. Tirkiye ew welat e ku çapemenî lê ne azad e. Em êrîş û girtina li ser televîzyonên kurdî rast nabînin.”
‘WÊ WEŞANÊN XWE BERDEWAM BIKIN’
Rojnameger Nurhan Yilmaz bi bîr xist ku, berê jî li Ewropayê gelek televîzyonên kurdan hatin girtin û got ku, di cîhanê de herî zêde televîzyonên gelê kurd tên girtinê. Yilmaz da zanîn ku, niyeta biryara girtinê diyar e û got ku, dê li gel hemû astengiyan jî çapemeniya kurd weşanên xwe bidomîne.
‘DIVÊ EWROPA BÊDENG NEMÎNE’
Rojnameger Vecdî Erbay jî bi lêv kir ku, ev biryarên girtina televîzyonên kurdan ên li Ewropa xwe dispêrin biryarên Tirkiyeyê û wiha domand: “Divê ku Ewropa guh nede biryar û îtirazên Tirkiyeyê. Ewropa erdnîgariyeke fireh a ku azadiya çapemeniyê, îfade û ramanê lê heye. Ji ber vê jî divê ku Ewropa li hember vê biryarê derkeve û dev ji vê biryara Tirkiyeyê berde. Niha jî dixwazin mafê nûçe girtinê yên kurdan ji dest bigirin û asteng bikin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya girtina televîzyonên kurdan ên li Ewropayê şaşîtiyeke herî mezin e.”
‘CAREK DIN JI WEŞANÊN KURDAN TIRSIYAN’
Nûnerê televizyona Kurdsat Newsê yê Amedê Ferat Mehmetoglu jî balê kişand, ser êrîşên girtina çapemeniya kurd û wiha got: “Ne cara ewil e ku rojnamger û saziyên ragihandinê yên kurdan tên girtin. Niha jî AKP dixwaze bi destê Eutelsatê 3 TV’yên kurdan bigire. Ji destê wan bê, dê li hemû cîhanê ragihandina kurdan qedexe bikin û destûrê nedin weşana kurdî. Bi biryara girtina televîzyonên Stêrk, Ronahî û News Channelê carek din hat xuyakirin ku ji weşanên kurdan ditirsin. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê dixwazin weşana kurdî ji holê rakin. Ji destê wan bê, dê weşanên TV’yên li Başûr jî rawestînin. Kesê dibêje ez kurd im, divê bi awayekî herî xurt li dijî vê biryara girtina televîzyonan derbikeve.”
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’
Nûçegihana Rojnameya Şûjinê Nurcan Yalçin jî anî ziman ku, girtina televîzyonên gelê kurd ne cara yekemîn e û wiha axivî: “Heke van televîzyonan bigirin jî, lê dê nebe ya dawî. Li gel hemû tiştî dê weşanên xwe bidomînin. Dewletên Ewropa jî li ser gelê kurd û ragihandina wan polîtîkayeke nebaş dide meşandin. Li hemberî vê biryara girtinê dê têkoşîna me ya ragihandina azad bidome. Wê alaya Denîz Firat û Gurbetelî Ersozan her tim bilind bibe.”
‘POLÎTÎKAYA SALÊN 90’Î DIDOME’
Rojnameger Hulya Emeç jî bi bîr xist ku, politikaya dewletê ya li dijî çapemeniya kurd a salên 1990’î ketiyê dewrê û ev tişt gotin: “Wê demê jî rojnamger dihatin qetilkirin û sazî dihatin girtin, îro jî heman polîtîka didome. Her çi qas çapemeniya kurd mezin dibe, polîtîkaya dewletê ya bêdengkirinê jî xwe zêde dike. Niha jî bi destê Tirkiyeyê dixwazin TV’yên li Ewropa bên girtin. Lê wê girtin û astengî bi ser nekevin.”
‘EV HEWLDANÊN BÊHÛDE DÊ BI SER NEKEVIN’
Edîtorê Rojnameya Karincayê Çagdaş Kaplan jî ji bo biryara girtina televîzyonên kurdan ên li Ewropayê wiha got: “Rêbazên hatibûn ceribandin desthilatdarî carek din dixwaze biceribîne. Gelek caran derket holê ku ev ceribandin bi ser nakevin. Heta ku li ser vê xakê rojnameger hebin û di rojnamegeriyê de israr bikin, dê hewldanên wiha bêhûde jî bi ser nekevin. Heke ev televîzyon bên girtin jî, lê wê civak bê agahî û nûçe nemîne. Rastî tu demê dê di tariyê de nemînin.”
Bîlal Guldem/Azîz Oruç - dîhaber