'Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin, em naçin'

MÊRDÎN – Cenazeyên 6 endamên HPG’ê yên ku di pevçûna li herêma Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn, nadin malbatên wan. Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Di 15'ê Nîsanê de li herêma navçeyên Şemrex û Dêrika Mêrdînê pevçûn derketibû. Li gor agahiyên hatin bidestxistin di van pevçûnan de 6 endamên HPG’ê yên bi navê Abdulvahap Çeri (Haki Turcel), Hakki Caymak (Baz Koçer), Erhan Taş (Serhat Aslan), Mehmet Şahap Demir (Kenan Amed), Ramazan Ektiren (Cigerxwin) û Mehmet Ural (Siyabend Dijwar) jiyana xwe ji dest dane. Malbatên ku piştî vê agahiyê hatin Mêrdînê, serî li walitî û serdozgeriyê dan. Lê belê bersiva “Cenaze tune ne” ji wan re hat dayîn. Ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin, malbatan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

‘NASNAMEYÊN WAN HENE, LÊ CENAZE TUNE NE’

Bavê Abdulvahap Çerî yê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, Abdurahman Çerî ragihand ku ji bo cenazeyên xwe wergirin, wan serî li walîtî û dozgeriya daye. Bav Çeri got ku, lê wan wernegirt û wiha axivî: “Nasnameyên zarokên me hene, lê cenazeyên wan nîn in. Me di televizyonê de nasnameya kurê xwe dît, lê li gel vê jî dozger dibêje cenazeyeke bi vî awayî di destê me de nîn e. Cenazeyên me ji ku tînin bila bînin.”

‘EZ DIXWAZIM ERHANÊ XWE CARA DAWÎ BIBÎNIM’

Bavê Erhan Taş, Erol Taş ê ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire ji Balikesîrê berê xwe daye Mêrdînê jî bertek nîşanî vê rewşê da û ev tişt gotin: “Em bi rojan e li Mêrdînê serî li her sazîyan didin. Lê tu encam derneket. Heger cenazeyê me nadin, bila cihê wan ji me re bêjin em ê bi xwe biçin bigirin." Dayik Kitan Taş jî, bi lêv kir ku tekane daxwaza wê wergirtina cenazeyê kurê wê ye û wiha axivî: “Ez dixwazim Erhanê xwe cara dawî bibînim."

‘HETA EZ CENAZEYÊ KURÊ XWE NEGIRIM EZ NAÇIM CIHEKÎ’

Bavê Hakki Caymak, Îbrahîm Caymak ê ji Sêrtê hat jî bi van gotinan bertekên xwe anîn ziman: “Heger bi rastî jî kurê min şehîd ketibe bila cenazeyê me bidin me. Wan bi xwe gotin ku jiyana xwe ji dest dane, lê niha jî dibêjin cenaze nîn e." Dayik Halîme Caymak jî dest nîşan kir ku, heta ew cenazeyê kurê xwe negire ew naçe cihekê û ev tişt gotin: “Ez hatime kurê xwe bigrim. Ev 3 roj in ez li vir im. Dixwazim bi merasîmeke hêjayî wî bispêrim axê.”