7 meh şûnde îdîanameya Hevşaredar Suna Atabey amade kirin

WAN - Dozger der barê Hevşaredara Ebaxa Wanê Suna Atabay ku 7 mehin girtî ye îdîaname amade kir. Dozger tevlîbûna merasîma cenazê, nîşaneya serkeftinê, rêzgirtin, parvekirinên di çapemeniya civakî de sûc hesiband. Suna dê di 16’ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadger.

Serdozgerê Komarê yê Wanê piştî 7 mehan îdîanameya Hevşaredara Ebexê Suna Atabay amade kir û pêşkêşî Dadgeha Cezaya Giran a Wanê kir. Dozger bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye û propagandaya rêxistinê kiriye’ îdianame amade kir. Yekemîn rûniştina doza Atalay dê di 16'ê Tîrmehê de bê dîtin. Di hilbijartinên herêmî de ji sedî 58,61 Suna Atabay bû hevşaredara Ebaxê û parvekirinê wê yên çapemeniya civakî hincet hat nîşan dan û di 2’ê Mijdara 2016’an de hat girtin. Suna ku li girtîgeha Tîpa M ya Wanê girtî bû piştre sirgunê Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat kirin. Suna 7 mehin girtî ye û bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye û propagandaya rêxistinê kiriye’ tê darizandin. Runiştina yekemîn ya Sunayê wê di 16’ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin.