KNK: Li Dêrsimê ji 7 salî heta 70 salî kurd hatin qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi minasebeta salvegera 80'emîn a komkujiya Dersîmê daxuyanî da û diyar kir ku beriya 80 salan, ji 7 heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dersîmê hate qirkirin.

KNK’ê têkildarî komkujiya Dersimê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku 4’ê Gulana 1937’an, bi biryara fermî ya dewlet û hikumeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca jinavbirina gelekî hate kirin û wiha dewam kir: “Dewlet û hikumeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanan êrişî Dersîmê kir. Bi hezaran Dersîmî kuştin, hin jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikumetê, bi belge hatekirin. Tiştekî wisa li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Ya ku dewlet û hikumetaTirk bi serê xelkê Kurd li Dersîmê anî ti dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dersîmê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tûncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti carî ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku ti caran jê neçe.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

KNK di 4’ê Gulanê de vê jenosîda bi serê xelkê me li Dersîmê hatiye anîn, piştî 80 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke din şermezar dike. Berpirsiyarên dewlet û hikumeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hikumeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj de divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî de biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dersîmê divê ji dijmin bê pirsîn.

Jenosîda Dersîmê nayê jibîrkirin, divê neyê jibîrkirin.”