AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ferman da û otoparkên li şûna avahiyan hatin vekirin bên girtin. Li ser vê yekê di çavdêriya polîs û zabiteyan de otopark hatin xerakirin û tên girtin.
Piştî hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin û di şûn da wan de qeyûm Cumalî Atîla hat tayînkirin, ji roja hatiye ser kar û heta niha bi fermanan gelek tişt qedexe kir û hilweşand. Li ser fermana Atîla heta niha gelek saziyên şaredariyê hatin girtin û li gel vê yekê jî êrîşan li ser esnaf û firoşkarên portatif her roja ku diçe zêde dibin. li Semta Ofîsa Yenîşehîra Amedê otoparkên di şûna avahiyên kevn de hatibûn xerakirin ku hatin çêkirin, yek bi yek tên girtin û hilweşandin.
Di nav 2 rojên dawî de polîs û zebite li gel kepçeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hinceta “Ruhsat nîne” hemû otoparkan bi kepçeyan çal kirin û hilweşandin. Li Ofîsê 13 ji van otoparkan hene û heta niha 9 otopark hatin çalkirin û xerakirin. Xerakirina van otoparkan di çavdêriya polîs û zabitayan de pêk tê û kesî nêzî otoparkan nakin. Bi xerakirina otoparkan welatî di otopark kirina wesayîtên xwe de tengasî dijîn.