Gardiyanên mêr li kawîşa jinan geriyan

MÊRSÎN - Gartiyanên mêr li Girtîgeha Jinan a Tarsusê li kawîşa jinan lêgerîn kirin. Jinên ku îtîraz kirin rastî lêdanê hatin.

Di serdema Rewşa Rêveberiya Awarte (OHAL) de zextên li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Girtî rastî pêkanînên keyfî û dijzagonî tên. Girtiyên mafê xwe diparêzin rastî tundiyê û ceza tên. Niha jî li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsûsê gardiyanên mêr li kawîşên jinan lêgerîn kirin. Gardiyanên mêr li kawîşên Jinan di bin navê lêgerînê de êrîşî girtiyên jin kirin. Nesrin Çeçen, bi riya ziyaretvanê xwe Mehmet Sunal agahi da û anî ziman ku gardiyanên mêr li odeyên wan lêgerîn kirine û ew darp kirine. Sunal, anî ziman ku Nesrîn Çeçen aniye ziman ku gardiyanan roja înê li odeyên wan lêgerîn kirine û li ser navê lêgerîn hemû derxistin hewşa girtîgehê û hevalên wan ên nexwestin derkevin hewşê rastî lêdana gardiyanan hatin. Çeçen, anî ziman ku piştî lêgerînê hemû alav û amûrên wan serobino kirine û heqaret li wan kirine. Çeçet, xwest hemû raya giştî li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.

Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan.