DERSIM - Kaniya ku Şaredariya Mêzgerdê ji bo Dayikên Şemiyê dabû çêkirin hate vekirin. Dayikên Şemiyê di peyama ku ji bo merasîma vekirinê şandin de wiha gotin: "Li axa ku av pîroz tê hesibandin navê me dayîna kaniyê ve we têkoşîsan me rûmetir kir."
Lİ navçeya Mêzgêrd a Dersimê Kaniya Dayikên Şemiyê ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin û bi merasîmê hate vekirin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş Endama MYKa HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, Şaredarê Mêzgerê Tekîn Turker, endamên meclîsa şeradiyê beşdarî merasîmê bûn. Şaredar Tekîn Turker ê li vir axivî diyar kir ku wan kanî diyarî Dayikên Şemiyê kirine. Piştre jî peyama ji aliyê Dayikên Şemiyê ve hatiye şandin hate xwendin.
Peyama ku Dayikên Şemiyê şandin wiha ye:
"Em wekî malbatên kesên ku xizmên wanj i aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatine windakirin û parazvanên mafên mirovan ji 27'ê Gulana 1995'an heta niha bi kurnefîlên di destê xwe de li Qada Galatasarayê bang li wijdana mirovahiyê dikin. Ya ku tê xwestin bê tunekirin tenê ne zarokên me rûmeta mirovahiyê ye. Bêdeng nebin, hûn jî dengê xwe bi daxwaza heqîqet û edaletê ya Dayikên Şemiyê ve bikin yek. Ji ber ku ev bangawaziya me li Mêrgêrdê deng vedaye em kêfxweş in. Hûn bi afirandina warekî hefizeyê ve xwedî li hefizeya me ya civakî ya tê xwestin ji paşeroj û heqîqetê bê qutkirin derketin. Li axa ku av pîroz tê hesibandin navê me dayîna kaniyê ve we têkoşîsan me rûmetir kir. We hêvî û berxwedêriya me xurtir kir. Îro di heman demê de salvegera birînekî ku di wijdana mirovahiyê de 80 sal in xwîn jê diçe ye. Bi vî munasebetê em hemû miriyên bêgor ên Dersimê bi rêzdarî bi bîr tînin. Banga hevrûbûna rastiya 4'ê Gulanê li dewletê û civakê dikin."
Çîlem Kuçukkeleş jî diyar kir ku çalakiya ku dayikên ji bo zarokên xwe yên winda kirine dane destpêkirin ders daye mirovahiyê.
Piştî axaftinan kanî ji aliyê jinan ve hate vekirin.