Ji îsitismara zayendî hat berdan, Nurhayat kuşt

SÊRT - Zilamê bi navê M.O.K. ê ku Nurhayat Baytekîn kuşt derket holê ku beriya hefteyekî ji ber îstismara zayendî hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê têkîldarî kuştina Nurhayat Baytekîn a di 29'ê nîsanê de li yurda xwendekaran bi kêrê hate kuştin agahiyên nû derket holê. M.O.K ê ku têkîldarî kuştina Baytekîn a ji bo zanîngehê amadekarî dikir hate girtin di îfadeya xwe de cinayet îtiraf kir.

Bersûcê cînayetê M.O.K. di îfadeya xwe de wiha got: "Nurhayatê ji ber ku bersiv nedida telefonên min, min jî destê wê telefona wê kaş kir. Roja ku em hatin cem hev me nîqaş kir. Ji min telefona xwe xwest û qîr kir. Hemû kesan jî ev bihist. Ji ber vê yekê jî min telefon da wê. Piştre ez çûm mala bapîra xwe ji ber ku ez fikirîm rezîl bûme hêrs bûm û min bi kêrê li wê xist. Min nexwest bikujim. Tenê min xwest ku wê bitirsînim."


Bersûc M.O.K beriya hefteyeke ya bûyerê bi îdiaya ku bi du hevalên xwe ve li dijî jineke îstismara zayendî pêk anîne hatiye binçavkirin. Hate hînbûn ku M.O.K piştre hatiye berdan.