ENQERE - Parêzerên malbatên ku zarokên wan di 10'ê Cotmehê de hatin kuştin, xwest çepera lepirsînê bê firehkirin û dosyayên êrîşkarên li Dîlokê jî lê bê zêdekirin.
3'enîn rûniştina doza kesên di Mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê hatin kuştin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Li salona rûniştinê parêzerên malbatên ku zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bersûc, malbat, kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn amadebûn. Rûniştinê bi tespîta nasnameyan serê sibê dest pê kir.
Di nava bersûcan de Yakup Şahin ê ji komkujiya Dîlokê tê darizandin, di heman demê de ji doza Pirsûsê jî tê darizandin. Yekemîn Runiştina doza Pirsûsê ls 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hîlwanê dest pê kir. Parezer Ozcan Karakoç, pirsa Yakup Şahîn ê hat xwestin bi SEGBİSê beşdar bibe kir û diyar kir ku li salonê ya ya na. Dadger jî diyar kir ku divê Şahin li salonê be, le der barê doza Pirsûsê de tu tişt ji wan re nehatiye.
Parêzer Kemal Gunduz jî di dozê de der barê hemû bersûcan de hemû dosya û delîl bên komkirin û çepera lêpirsînê bê firehkirin. Parêzer xwest ku delîl û belgeyên Yunus Durmaz, Halil Îbrahim Durgun û Mehmet Kadir Cebeal yên li cihê bûyerê li dosyayê bê zêdekirin. Parêzer xwest hemû agahî û dalîlên der barê bersûcan de bên komkirin û li dosyayê bê zêdekirin. Parêzer Gunduz, anî ziman ku telefonên bersûcan jî xwestine, lê rakamên kêm hatine û xwest ji nuve nûmara bên amadekirin û lêkolîn bê kirin. Gunduz, anî ziman ku tê gotin Talha Guneş xwekujê bombeyî yê rêxistinê ye û dê di 10'ê Cotmehêde li GAR'e komkujî pêk anîbûya. Gunduz, xwest hemû agahî û dosyayên têkildarî komkujiya li Dîlokê di şeva hinê de pêk hat jî li vê dozyayê bê zêdekirin.
Gunduz, xwest têkdarî komkujiya li Dîlokê jî agahî berfirehî bên lêkolînkirin.
Prz. Ahmet Ozden jî xwest hesabên bersûcan ên bankê bên lêkolînkirin û li dosyayê bên zêdekirin. Disa xwest agahiyên maîlên İHH, Genç Ensar Dernegi, Ab-u Hayat û komeleyên din bên lêkolînkirin û têkiliya wan bê pirsîn.
Ozden, xwest hemû têkiliyên der barê Deniz Duman Esin Durgun û Halil İbrahim Durgun de bên lêpirsîn û Duman bê guhdarkirin.
Prz. Kazım Bayraktar jî heman xwaz anî ziman ku xwest agahiyên der barê hemû bersûcan de bi berfirihê bên lêkolinkirin û li ser vê dosyayê bê zêdekirin.
Rûniştina dozê dê piştî nîvro jî berdewa bike.