ENQERE - Konfederasyona Sendîkayên navneteweyî (ITUC) û Konfederasyona Sandîkayên Ewropayê (ETUC) bi koma HDP'ê ya Meclîsê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hat kirin de rewşa parlamenterên girtî kedkarên ku hati îxrackirin hat rojevê.
Konfederasyona Sendîkayên navneteweyî (ITUC) û Konfederasyona Sandîkayên Ewropayê (ETUC) bi Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Alîkaran Hevserokên Giştî yê HDP'ê Serpîl Kemalbay ve li Salona Civînê ya HDP'ê ya li Meclîsê hevdîtin pêk anî.
Sekreterê Giştî yê ITUC'ê Jaap Wienen, Sekreterê Giştî yê ETUC'ê Luca Visentini û nûnerên sendîkayên ku li welatên cuda yên cihanê xebatê didin meşandin di hevdîtinê de cih girtin û civîn bi çapemeniyê re girtî pêk hat. Heyetê têkîldarî rewşa kedkarên ku bi Biryanameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hatin îxrackirin di hevdîtinê de hate rojevê. Herwiha di hevdîtinê de rewşa hevserokên HDP'ê û parlamenterên girtî jî hate rojvê.