Hevşaredara Geverê 6 meh şûnde derxistin dadgehê

COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Adile Kozay 6 meh şûnde derxistin dadgehê.

Hevşaredara Geverê Adile Kozay ku di 3'ê Kanûna 2016'an de hat binçavkirin û 5 roj şûnde hat girtin, piştî 6 meh şûnde derxistin pêşberî dadgehê. 1'emîn rûniştina doza Adile Kozay li 1'emin Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat dîtin. Kozay ji Girtîgeha tîpa T a Wanê bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bû. Parêzer û malbata Kozay beşdarî rûniştinê bû. Doza Kozay bi dozek din a li 2'yemîn Dadgeha Cezayen Giran re kirin yek. Doz taloqî 22'ê Hezîrana hat kirin.