Ji Sûrê bangî UNESCO'yê kirin

AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl di daxuyaniya têkîldarî xirakirina 2 taxên Sûrê kirin de diyar kirin ku dîrok û çanda gel tê tunekirin. Di duxayaniyê de bangî UNESCO'yê kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Odeya Tabîban, Meclîsa Ekolojiyê ji bo xirakirina taxên Alîpaşa û Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê li kolana Sîmar a Alîpaşayê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku niştecihên taxê jî beşdar bûn de daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça kir.

'TÊ XWESTIN SÛR BÊ TUNEKIRIN'

Akça destnîşan kir ku Sûr di Lîsetya Mîrateyên Çandî ya Cihanê ya UNESCO'yê de cih digire û wiha got: "Ligel ev biryara UNESCO'yê bi biryara Lijneya Wezîran a di 21'ê Adara 2016'an de ji bo 6 hezar û 244 parselên navçeya Sûrê û ji bo 6 hezar û 295 parselên navçeya Yenîşehîrê biryara îstimlaqê hat dayîn. Dîsa149 mînakên abîdeyî, 465 mînakên mîmariya sivîl bi temamî ji 614 avahiyên tescîlkirî 122 avahiyên abîdeyê û 431 mînakên mînakên sivîl bi temamî 553 avahiyên tescîlkirî xistin nava îstîmlaqê. Taxên Alîpaşa û Lalebey ên ku di nava îstimlaqê de nebûn jî di çarçoveya Projeya Veguhestina Bajarvaniyê de dewrî Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê û TOKÎ'yê hatine kirin. Bi vî rengî temamiya Sûrê hatiye istimlaqkirin."

Akça bi bîr xist ku li Sûrê bi qedexeyên hatine îlankirin ve taxên Cemal Yilmaz, Xançepek û Fatîhpaşa jî bi temamî hatine xirakirin gelek avahiyên dîrokî nikarin bên bikaranî. Akça da zanîn ku li Sûrê xebatên xirakirinê bênavber berdewam dike û ji ber vê yekê 40 hezar kes koçber bûne. Akça got ku bi xirakirinê re saziyên perwerdehiyê veguheriyane qereqol û bi hezaran zarok ji perwerdehiyê bêpar mane.

Akça diyar kir ku bi xirakirinan ve tê xwestin ku mirov i kokên xwe, xwezaya xwe bên qutkirin û çand, dîrok û nasnameya wan bê tunekirin.

JI UNESCO'YÊ RE BANGAWAZÎ

Akça diyar kir ku wekî partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li cem gelê Sûrê ne û bangî UNESCO û raya giştî ya navneteweyî kirin.

Piştî daxuyaniyê bi welatiyan re têkîldarî xirakirinê hevdîtin hat kirin.