Îtiraza ji bo qedexekirina helbesta Demirtaş

MÊRDÎN - Îtiraz li biryara qedexekirina helbesta "Wêrekiya Têger" a ku Hevserokê Giştî Selahattin Demirtaş li girtîgehê nivîsandibû hat kirin.

Îtiraz li biryara qedexekirinê ya ku ji bo helbesta "Wêrekiya Têger" a Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nivîsandibû hat kirin. Piştî ku polîsan pankarta ku li ser helbesta Demirtaş nivîsandibû li avahiya HDP'a Kerboranê hatibû daliqandin rakirin, Hevserokê HDP'a Kerboranê Yasin Turan îtirazî vê rewşê kir û serî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê da. Turan wiha got: "Ji bo em vê helbesta xwe diyarî hemû gelên doza azadiyê dikin bikin me daliqand. Bi hinceta 'Propagandaya rêxistinê' qedexekriina vê helbestê ne huqûqî û exlaqî ye."