Tevî hat teşhîskirin wekî nenas li goristana bêkesan defin kirin

WAN - Malbata Ridvan Demiragaç ê ku di pevçûna li Tetwanê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî teşhîs kirin. Lê , bi hinceta "OHAL"ê cenazeyê wî li goristana bêkesan hat definkirin.

Li Tetwana Bedlîsê, di 5'ê Nîsanê de pevçûn çêbû. Di pevçûnê de 6 PKK'yî jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van PKK'yiyan Ridvan Demiragaç bû. Malbata Demiragaç, cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin. Lê , Dozgerê Komarê yê Bedlîsê bi hinceta 'OHAL'ê cenaze neda malbatê û ferman da ku, cenaze li Tetwanê li goristana bêkesan bê definkirin. Dayik Haliya Demiragaç û bav Mahmut Demiragaç bertek nîşanî helwesta dozgeriyê dan û xwestin cenazeyê wan bidin wan.

‘EM NIZANIN DI KÎJAN GORÊ DE YE'

Bav Demiragaç, îşaret pê kir ku piştî bûyerê ew çûye morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kiriye û wiha got: "Ez çûm cem dozger û min got, min teşhîs kiriye. Dozger got, 'We xelet teşhîs kiriye. Ez nikarim vê rîskê wergirim.' Testa DNA'yê xwestin. Me testa DNA'yê jî da û ji me re gotin, 'em ê cenaze bidin'. Hatim malê, paşê du carên din jî çûm, lê nedan. Di 12'ê Nîsanê de li me geriyan û gotin, wan cenaze definkiriye. Ez çûm cem dozger. Got, ji ber OHAL'ê ew zêdeyî 15 rojan nikarin bidin sekinandin. Em nizanin kîjan gor e. Tenê daxwaza min ew e ku, cenazeyê kurê min bidin. Bila gorek wî hebe." Bav Demiragaç, got ku 15 rojan jî nehatiye sekinandin û defin kirine.

‘YÊN KURÊ MIN KUŞTIN EW IN, BILA CENAZEYÊ ME BIDIN'

Dayik Demiragaç a ku herî dawî di sala 2014'an de kurê xwe dîtiye jî, anî ziman ku kurê wê û kesên ku li goristanên bêkesan tên definkirin, yek ji wan jî ne bê xwedî û bê kes in û wiha got: "Dixwazim gora wî bibînim. Heke hestiyekî kurê min tenê jî bimîne, ez ê ji bo wergirtina wî tevbigerim. Ji van tiştan Erdogan berpirsiyar e. Yên kurê min kuştin ew in, bila cenazeyê wî bidin. Heta ku em cenazeyê xwe wergirin, em ê li ber xwe bidin."