ŞIRNEX - Li Silopiyayê, polîsên ku hat derpêşkirin ku bialkol in, bi wesayîta zirxî ketin malekê û di encama rûxandina malê de birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim jiyana xwe ji dest dabûn. Walî Ali İhsan Su yê tevlî şîna malbata Yildirim bû, vê rewşê wek "Çarenûsê" daxuyand. Li bajêr, di salên dawî di encama "Çarenûs" û "Qeza"yê de herî kêm 76 zarok hatin kuştin û kiryarên wan nehatin darizandin.
Di 3'yê Gulanê de li Kuçeya 715'emîn a Taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsên ku bi şev bi wesayîtê Dûpişkî dewriye digeriyan, dîwarê malekê rûxandin û tevî wesayîtê ketin hundur. Di rûxandina dîwar de du birayên hev Muhammet ê 7 salî û Furkan Yildirimê 6 salî yên li malê di xew debûn, di bin dîwar de man û jiyana xwe ji dest dan. Hat derpêşkirin ku ev polîsên ku di wesayîtê de bûn bialkol bûne. Li ser vê Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su ê ji bo sersaxiyê çû şîna malbata Yildirim, ji bo bûyerê ji malbatê re got ev "Çarenûs" e.
Di salên dawî de li bajêr gelek bûyerên bi vî rengî yên ku walî wek "Çarenûsê" daxuyand hatin serê zarokên şirnexî. Li Şirnex û navçeyên wê, herî kêm 76 zarok bi gule, bombeyên gazê û wesayîtên zirxî hatin kuştin.
Li tevahiya bajêr, hin bûyerên mirina zarokan ên ku kiryarên wan nehatine dîtin ev in:
“*Di 15'ê Sibata 2008'an de li Cizîrê, Yahya Menekşe yê 17 salî di bin panzêra polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da. Di 23'yê Nîsana heman salê de jî, cerdevanan Furkan Oranê 6 salî kuşt.
*Di 9'ê Cotmeha 2009'an de li Cizîrê, polîsan mudaxileyî xwepêşandanê kir. Di vê mudaxileyê de Mehmet Uytun ê 18 mehî yê li dema di hembêza dayka xwe Kevser Uytunê de bû, kapsula bombeya gazê li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da.
*Di 9'ê Cotmeha 2010'an de, di dema mudaxileya polîsan de Umut Furkan Akçil ê 7 salî di bin wesayîta polîsan de me û jiyana xwe ji dest da.
LI ROBOSKIYÊ BI AWAYEKÎ KOMÎ 19 ZAROK HATIN QETILKIRIN
*Di 28'ê Kanûna 2011'an de, li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê di encama bombebarana balafirên TSK'ê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da û ji vana 19'ê jê zarok bûn.
DI 2015'AN DE BI GULEYA POLÎSAN ZAROKEK HAT KUŞTIN
*Di 14'ê Çileyê de li Cizîrê polîsan bi çekê Nihat Kazanhanê 12 salî kuşt.
*Di 29'ê Tîrmehê de li Cizîrê, polîsan wesayîta ku 4 kes tê debûn gulebaran kir. Di bûyerê de Hasan Nerse yê 17 salî bi giranî birîndar bû û ji ber polîsan nehişt kes nêzî cihê bûyerê bibe, ji ber xwîn zêde jê çû Nerse jiyana xwe ji dest da.
*Mehmet Hidir Tanboga yê 17 salî: Di 7'ê Tebaxê de li Taxa Zapê ya Silopiyayê di gulebaran polîsan de jiyana xwe ji dest da.
*Baran Çagli ya 7 salî û Emin Yanaşê 10 salî: Di 27'ê Tebaxê de li Taxa Nûrê ya Cizîrê, di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dan.
*Muhammed Tahir Yaramişê 35 rojî: Di 5'ê Îlonê de li Taxa Nûrê ya Cizîrê, di dema qedexeya derketina derve de nerihet bû. Ji ber ku polîsan ambulans asteng kir jiyana xwe ji dest da.
*Cemile Çagirga ya 10 salî: Di 7'ê Îlonê roja 4'emîn a qedexeya derketina derve de li Taxa Cûdî ya Cizîrê, di encama gulebaran wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cemileyê bi rojan di sarincê de hat rawestandin.
*Sait Nayici yê 16 salî: Di 10 Îlonê di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê li nêzî Qesapxaneyê, bi çekê hat kuştin.
*Selaman Agar ê 10 salî û Bunyamin Îrcî yê 14 salî: Di 11'ê Îlonê di dema qedexeya derketian derve de, li Cizîrê ji aliyê sekvanan ve hat kuştin.
DI 79 ROJÊN QEDEXEYÊ DE 29 ZAROK HATIN KUŞTIN
Li Cizîrê ji di qedexeya derketina derve ya ji 14'ê Kanûna 2015'an heta 2'yê Adara 2016'an domand de, gelek zarok hatin kuştin û tu kiryar nehatin cezakirin. Navê zarokên ku bûn hedefa guleyên leşker û polîsan û di jêrzemînan de hatin şewitandin ev in:
‘Di 18'ê Kanûna 2015'an de Îbrahim Akhan (15), di 19'ê Kanûnê de Lutfu Aksoy (16), di 22'yê Kanûnê de Dogan İşçi (18), di 25'ê Kanûnê de Miray İnce (3 mehî), di 28'ê Kanûnê de Huseyin Ertene (16), Huseyin Selçuk (5), di 6'ê Çileya 2016'an de Bîşeng Garan (12), di 7'ê Çileyê de Nidar Sumer (17), di 12'ê Çileyê de Garip Mubariz (18), di 14'ê Çileyê de Yakup Isirgan (18), Yakup Akalin (12), di 15'ê Çileyê de Buşra Akalin (10), di 17'ê Çileyê de Hayrettin Şinnik (10), Danyel Ekinci (9), di 18'ê Çileyê de Huseyin Paksoy (16), di 30'yê Çileyê de Sultan Irmak (16), di 5'ê Sibatê de Abdullah Gun (16), di 14'ê Sibatê de Ekrem Sevilgen (17), di 15'ê Sibatê de Muharrem Erbek (17), di 18'ê Sibatê de Sabri Sezgin (18), di 19'ê Sibatê de Tahir Akdogan (16), di 23'yê Sibatê de Emel Ayhan (16), di 24'ê Sibatê de Adil Kuçuk (16), di 25'ê Sibatê de Guler Eroglu (16), di 26'ê Sibatê de Hulya Aksoy, di 27'ê Sibatê de Mesut Ozer (17), di 12'ê Adarê de Huseyin Kayalap (16), di 30'yê Adarê de Harun Çagli (4), di 31'yê Adara 2016'an de Aynur Geçit (6).’
Dîsa di dema qedexeya derketina derve de, li Silopiya û Hezexê jî gelek zarok hatin kuştin.
*Di 6'ê Çileya 2016'an di dema qedexeya derketina derve de, li Silopiyayê Aydin Mete yê 16 salî bi awayekî mirî hat dîtin.
*Di 3'yê Adarê di dema qedexeya derketina derve de, li Hezexê Mazlum Kapaligoz ê 17 salî û Orhan Abay ê 16 salî, bi awayekî mirî li Taxa Turgut Ozalê hatin dîtin.
*Di 7'ê Adarê di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê de, di navbera gundê Dîrseklî û Kûyûlûyê cenazeyên Sevilay Yildiz a 15 salî û Fatma Eraslan a 13 salî hatin dîtin.
*Di 8'ê Adarê de li Hezexê Huseyin Dayan ê 17 salî bi çekê hatin kuştin.
*Di 9'ê Adarê di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê de, ji bin enqza avahiyekê cenzayên Mete Agir ê 15 salî, Ahmet Varli yê 14 salî û Ramazan Gumuş ê 14 salî hatin derxistin.
*Di 6'ê Nîsanê di dema qedexeya derketina derve de, li Taxa Barbaros a Silopiyayê guleya topê li malekê ket û ji ber vê guleyê Esra Şalk a 2 salî bi giranî birîndar bû, Şalk li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de li Taxa Başakê jî Rahime Sanir a 14 salî dema li şaneşîna malê dilîst, gule lê ket û jiyana xwe ji dest da.
*Di 14'ê Nîsanê de li Hezexê, Hidayet Tek ê dema li ber mala xwe cismek dît û pêlîst, cism teqiya û jiyana xwe ji dest da.
*Di 15'ê Nîsanê de li nêzî Robarê Celalî yê Silopiyayê cismek teqiya û di vê teqînê de Enes Erdem ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.
*Herî dawî jî di 3'yê Gulanê de li Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê wesayîta zirxî ya polîsan ket malekê û dîwarê malê rûxiya. Birayên hev Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6) ên di bin dîwar de man jiyana xwe ji dest dan." 3