AMED – Akademîsyenên ku bi KHK’a herî dawî ji Zanîngeha Dîcleyê hatin îxrackirin diyar kirin ku, dixwazin mirovên zanist ên ku bi fikrên azad dijîn çav tirsandî bikin û gotin ku, ew ê li dijî van pêkanînan bi berxwedanê bi ser kevin.
Hefteya bihûrî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 689’an ji Zanîngeha Dîcleyê 17 akademîsyen ji ber ku danezana aştiyê îmze kirine hatin îxrackirin. Piştî akademîsyen hatin îxrackirin rojek şûn ve ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û piştî îfadeyên wan hat girtin, serbest hatin berdan. Akademîsyenan biryara îxrackirinê û sedemên binçavkirina xwe ji dihaber'ê re vegotin.
‘BI ÎXRACAN DIXWAZIN YEK MIROVÎ BICIH BIKIN’
Alîgirê Doç. Dr. Zekî Kanay ê ku 23 sal in di Beşa Fîzyolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de hîndekar e bi van gotinan îxrackirinê nirxand: “Dixwazin civakê bitirsînin û mirovan ji hev dûr bixin. Dixwazin pergala yek zilamî ango yek tîpî biafirinîn û bi vê re dixwazin zanistê jî bikin takekesî. Ew dixwazin yek fikir û ramanek hebe. Dixwazin bi miroviya yek tîpê bigîhijin armanca xwe.”
Kanay dest nîşan kir ku, biryara îxrackirinê di heman demê de li ser akademîsyenên din jî polîtîkaya çavtirsandinê ye û wiha got: “Divê ku tu akademîsyen ji van biryaran ne tirs e û serê xwe netewîne. Her çi qas talûke hebin jî em ê li ber xwe bidin. Hemû cihan û raya giştî jî dizane ku îxrackirina akademîsyenan polîtîkayek nerast e. Em dikarin bi çalakî û têkoşîna xwe van îxrackirinan rawestînin.”
‘DI DEFTERA ME DE SERÎTEWANDINÊ NANIVÎSÎNE'
Kanay da zanîn ku desthilatdariya Ak Partiyê ji roja ewil ve heta niha desthilatdarî û reveberiya herî êrîşkar e û ev tişt got: “Berê jî der barê min de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin, lê min tu demê sere xwe netewand. Li hember şaşitî û helwestên neyînî her tim min li ber xwe da. Niha zimanek pir şîrîn bi kar tînin, lê jehriya wê tûj e. Wê demê jî gefên jikaravêtinê li ser min hebûn. Min rojên gelek zor derbas kirin. Îro jî her çi qas em hatibin îxrackirin, lê bila vêya baş bizanibin ku em ê serê xwe li ber netewînin. Di deftera me de serîtewandin nanivîsîne. Çi dibe bila bibe em ê rê û rêbazên cuda bi kar bînin û bi têgihiştina zanistê, ekolojî û mirovî hilberînê biafirinîn.”
‘TEQEZ EM Ê ROJEKÊ VEGERIN’
Prof. Dr. Fîkret Uyar ê ku 28 sal in li Fakulteya Wêje û Fenê hîndekariya Beşa Molekulên Biyolojîk dike jî dest nîşan kir ku, akademîsyen tenê ne li zanîngehan di heman demê de di nav civakê de ne jî. Uyar anî ziman ku, tenê ew li polan dersê nadin û wiha domand: “Li gel xwendekaran, di nav civakê de em pirsgirêkan çareser dikin û baweriya min ew e ku em li zanîngehan ji bo pêşeroja welêt xebatê bikin. Ji ber vê yekê jî zanîngeh cihên hilberîna zanista gerdûnî ye û ez difikirim ku divê ev qad neyên tengkirin. Ez bawerim ku dê di demeke kin de dawî li vê derhuqûqiyê bê. Teqez ez û hevalê xwe, em ê rojekê vegerin ser karê xwe.”
‘EM Ê LI BERXWE BIDIN’
Prof. Dr. Yilmaz Turgut yê ku 22 sal in ku hîndekariya Beşa Kîmya Organîkê dike jî, behsa hincetên binçavkirina xwe kir û got ku, piştî binçavkirinê wan ji lojmanên ku lê dijîn derdixînin. Turgtu bi lêv kir ku, ew pêkanînên li dijî xwe neheq û derhuqûqî dibîne û wiha domand: “Dema ez hatim binçavkirin heta berdanê zarokên me giriyan û li benda berdana me bûn. Ev tiştên ku bi serê me ve anîn derhuqûqî ne. Bi salan mirov li vir dimîne û pişt re hinek tên û dibêjin ji vir biçin. Lê li gel hemû tiştî jî em ê li ber xwe bidin û em ê dev ji têkoşîna mafên xwe bernedin.”
‘SERÎTEWANDIN DI CEWHERA AKADEMIYÊ DE NÎNE’
Turgut da xuyakirin ku, hinceta binçavkirin û îxrackirina wan tenê ew bû ku îmze avêtina danezana aştiyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dewlet dixwaze çavê me bitirsîne. Heke ku em serê xwe bitewînin, dê ev li dijî nêrîna akademiyan be. Tenê daxwaza wan ew e ku yên serê xwe natewînin ji kar biavêjin. Lê bila vêya baş bizanibin serîtewandin di cewhera akademiyan de nîne. Dema ku te serê xwe tewand wê demê tu nikarî hilberîner û afirîner bî. Ji ber ku her tişteke hilberîna me li dijî pergalê ye. Em li zanîngehan perwerdehiya jiyanê didin xwendekarên xwe. Lê ev pêkanîn ji ber cudahiya nêrînên me û yên wan e. Ji ber ku nêrîna me ne heman nêrîne, em îxrac dikin."
Bîlal Guldem / Sonya Bayik - dihaber