Apê zarokên ku wesayîta zirxî ew qetilkirin: Delîlên bûyerê ji holê hatin rakirin

ŞIRNEX - Apê zarokên bi navê Muhammed û Furkan Yildirim ên ku li Silopiyayê wesayîta zirxî ket mala wan û dîwar bi ser wan de rûxiya û jiyana xwe ji dest dan, Suat Yildirim diyar kir ku piştî buyerê 4 polîs ji wesayîtê peya bûne û bêyî ku alîkarî bidin reviyane û got ku, hîn jî dozger li cihê buyerê lêkolîn nekiriye û wesayîta bûye sedemê mirina biraziyên wî hatiye rakirin.

Di 3'yê Gulanê de li Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê polîsên bi wesayîta zirxî dewriye digeriyan tevî wesayîtê ketin malekê û di di encamê vê de dîwarê malê rûxiya. Birayên hev Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6) ên li malê di xew de bûn di bin dîwar de man û jiyana xwe ji dest dan. Apê zarokan Suat Yildirim, tiştên ku şeva bûyerê jiyane vegotin.

Yildirim diyar kir ku, dayik û malbata birayê wî dema di qata ewil a xaniyê wan de bûne, saet li derdora 01.30'an bûyer qewimiye û wiha axivî: "Dema wesayîta zirxî li xanî da, ez di xew de bûm. Pişt re dengê mirovan hat min û ez çûm jêr. Min dît welatiyên taxê li hewşa me kom bûne. Kobra ketibû hundirê xaniyê me û heya eywanê hatibû. Laşê Muhammed hemû perçiqî bû. Min Furkan da ber milê xwe. Pişt re bi alîkariya cîranên me em çûn nexweşxaneyê."

'4 POLÎS JI WESAYÎTÊ DAKETIN Û REVIYANE'

Yildirim da zanîn ku, piştî bûyerê polîsan wesayîta xwe li cih hiştine û wiha domand: "Welatiyên beriya me hatibûn derve ditîbûn ku 4 polîs ji wesayîta zirxî peya bûne û reviyane." Yildirim bi lêv kir ku, piştî bûyerê bi qasî nîv saetê hin polîsên din hatine cihê buyerê û wiha got: "Piştî bûyerê gelek wesayîtên zirxî û polîs hatin. Gel bertek nîşanî polîsan da û alozî derket. Polîsan got, frêna wesayîtê teqiyaye. Ji ber vê yekê ev bûyer qewimiye. Me jî bertek nîşan da. Li nexweşxaneyê jî di navbera ciwanên me û polîsan de gengeşî derket. Saet li derdora 03.00'an walî jî hat nexweşxaneyê."

'DELÎL JI HOLÊ RAKIRIN'

Herî dawî Yildirim got ku, ew ê dev ji wan kesên bûne sedema vê yekê bernedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birayê min çû Muduriyeta Polîsan a Silopiyayê û gilî kir. Li wê derê ji birayê min re gotine, 'polîsan ev yek kiriye lê em navên wan aşkere nakin.' Hîn jî dozger nehatiye cihê bûyerê û wesayît hatiye rakirin. Tu delîl li holê nehiştin. Dibêjin, 'qeder e.' Lê em vê yekê qebûl nakin û em ê şopdarê vê bûyerê bin."