AMED - Şêniya Sûrê ku 47 salin li Sûrê dijî Sultan Çakmak, xerakirina di çarçoveya “Veguhestina bajar” de rexne kir û got: “Rojên xweş û nexweş min li Sûrê derbas kirin. Hûn mala min bi serê min de xerabikin jî ez dernakevim.”
Li navçeya Sûra Amedê ku demek dirêje “qedexeya derketina derve” lê hat îlankirin, bi hinceta “Veguhestina bajar” ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê biryara hilweşandinê hat dayîn. Piştî biryarê teblîgata “malên xwe vale bikin” ji welatiyan re hat şandin û xwestin malên xwe vala bikin. Malbatan bertek nîşanî vê biryarê dan. Welatiyên taxa Alîpaşa û Lalebeyê ku xaniyê wan bê xerakirin, diyar kirin ku ew teblîgatan nas nakin û dê ji malên xwe dernekevin.
47 SALE LI SÛRÊ DIJÎ
Şêniya Sûrê ya 65 salî Sultan Çakmak a li kolana Sîmar a taxa Alîpaşa dirûne diyar kir ku 47 sale li Sûrê dijî, diyar kir ku Sûr warê jiyana wê ye û wiha got: “Ez ji Siwêrgê me, ez di 18 saliya xwe de zewicîm û hatim Sûrê. Min 5 zarokên xwe li Sûrê anîn dinê û bi zehmetiyan mezin kir.”
Çakmak ku niha li Sûrê di malek yek ode û xirbe de dijî, da zanîn ku zarokên wê li wê mêzenakin, tu dahatuya wê tune ye bi alîkariya cîranan jiyana xwe didomîn û wiha pêde çû: “Ji bilî Sûrê nikarim li cihekî din bijîm. Ji ber nexweşim pêwîstiya min bi alîkariyê heye. Li taxê hemû kes min nas dike alîkariya min dikin. Ez nikarim di apartmanekê de bi tena serê xwe bijîm ger bimirim haya kesê jê çênabe. Li cihekî din nikarim bijîm.”
‘ROJÊN XWEŞ Û NEXWEŞ LI VIR DERBAS BÛN’
Çakmak, bi lêv kir ku Sûr ji bo wê ne tene taxek an jî navçeyeke û wiha domand: “47 salan min li vê kolanê di nava hevkariyê de bi cîranên xwe re jiyanek derbas kir. Min hemû xweşî û nexweşî li Sûrê jiyan kirin. Em hemû hev nas dikin, me bi hev re xwar û vexwar. Êş û keyfxweşiyên me hemanin. Ger li mala cîranek min tazî hebe dibe taziya me hemûyan, dawet jî bi heman rengî. Hemû kes bi madî û manewî alîkariyê dide hev. Ev çandeke me ye.”
‘JI BILÎ SÛRÊ HEMÛ CIH JI BO MIN GIRTÎGEHE’
Çakmak, anî ziman ku li Sûrê welatî wekî malbatekê ne û wiha axivî: “Dema mêvanek tê em hemû deriyên mala xwe jê re vedikin û rêz nîşan didin. Ji ber me ji mezinên xwe dîtiye. Ligel me ez û tu tune ye. Serê sibê hemû kes bi hev re ber deriyê malan paqij dikin û diçin alîkariya kesê nexweş. Havînan em jin û zilam dirûnin û heta 11’ê şev ji xwe re diaxivin. Zarok bi rihetî li kolanan dilîzin. Niha tên û dibêjin ‘em ê te ji mal û taxa te derxînin’. Ez nikarim van xweşikiyan bihêlin û biçin di girtîgehekê de bijîm. Vê j imin dixwazin, ez cîran û tqaxa xwe nadim hezar TOKÎ yan. Ger bimirin jî dê li Sûrê bimirin.”
‘MALÊ BI SERÊ MIN DE HILWEŞÎNIN JÎ DERNAKEVIM’
Çakmak, destnîşan kir ku kesên dixwazin Sûrê hilweşînin armanca wan ewe ku çand û jiyanekê tune bikin û wiha axivî: “Ez ji mal û taxa xwe dernakevim. Ger pir dixwazin bila bên û malê bi serê min de hilweşînin. Niha rojeva zarok, jin û hemû welatiyan xirakirina malan û ger xira bikin dê biçin kuderê ye.”