NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr bal kişand ser polîtîkayên AKP MHP'ê yên li ser Sûrê dimeşîne û xwest her kes li Sûrê xwedî derkevin.
Nivîskarê Rojnameya Rojava Medya Salih Cuma Pîr, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li ser gelê kurd û bajarên kurdan dimeşîne û li ser rewşa Sûrê rawestiya.
Nivîsa Pîr wiha ye:
Îktîdara AKP’ê bi pêkanînên xwe yên di nav van her du salên dawîn de karaktera xwe ya mêtingeriya tevkujer danî holê. Hemû pêkanînên qeyûmên dest danîn ser şaredariyan jî di karaktera waliyên mêtingerên tevkujer de ne. Ji bo ku civakîbûna kurdan ji hev belav bikin, ji bo ku îradeya wî bişikînin û ji bo ku pêşî li pêşxistina çalakiyên demokratîk ên neteweyî bigirin, hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Jixwe ‘plana çokdanînê’ ya di payîza 2014’an de hat amadekirin jî belavkirina civakîbûn, şikandina îradeyê, çokdanîn û li ser navê kurdîtiyê çi heye tasfiye û tunekirina wê hedef dikir. Ji ber vê yekê jî wan li navendên ku berxwedana xwerêveberiyê bi pêş ket, hemû rê û rêbazên qirêjî bi kar anîn. Bi tenê bi pêkanînên xwe yên wê demê jî di esasê xwe de dikare rê li ber darizandina dewleta tirk veke da ku ji sûcê tevkujiyê were darizandin û were cezakirin.
Îktîdara AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan vekirî nîşan daye. Şewitandin û xerakirina bajarên kurdan di heman demê de danîna holê ya dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan e. Ji Cizîr, Nisêbîn, Amed, Silopî, Gever, Hezex û hwd. ku ev bajar di têkoşîna azadiyê de bûbûn bajarên sembol, ji bo nasnameya gelê azad; ev îktîdar bi êrîşên xwe ji van bajaran tol hilda (!) Hema bêje ev bajar hemû ji ser nexşeyê hatin paqijkirin. Xerakirin û wêrankirina taxên navçeya Sûrê ku Sûr di esasê xwe de ruh û raçînka Amedê ye, ji ber dijminatiya wan a li dijî kurdan e. Ji ber ku dixwazin kok li kurdan biqelînin hemû nirxên çandî û civakî yên rengîniya kurdan datînin holê jî tune dikin. Li Cizîrê çawa ku tax hilweşandin, rabûn bîrdariya Orhan Dogan jî rûxandin. Dîsa bîrdariyên ku zilm û zora AKP’ê vedibêjin jî yek bi yek tên rûxandin. Ji ber vê yekê bîrdariyên ji bo zarokên hatine qetilkirin jî tên xerakirin. Hemû nirx û sembolên aîdê nasnameya kurd û rastiya kurdên azad in di hedefa îktîdara AKP’ê ya tevkujer de ne.
Ev hemû delîlên dijminatiya Erdogan û Bahçelî ya li dijî gelê kurd in. Tayyîp Erdogan çawa ku di du salên dawîn de polîtîkaya qirkirina kurdan meşand, rewşa OHAL’ê jî dîsa ji bo qelandina koka kurdan bi kar tîne. Tayyîp Erdogan û Bahçelî ji bo du hedefên xwe dema OHAL’ê dirêj dikin. Ya yekemîn; li Kurdistanê bi bilindkirina zilm û zorê dixwazin îradeya kurdên azad bişikînin. Ya duyemîn jî; karker, karmend, polîs jî di nav de bi hezaran xebatkarên cemaweriyê ji kar diavêje û dixwaze li şûna wan peyayên xwe bi cih bike. Tayyîp Erdogan peyayên xwe di hemû qedemeyan de bi cih dike û ji bo peyayên Bahçelî jî di saziyên dewletê de êdî cih vebûne. Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin êdî derketiye asta herî bilind. Hemû derên Kurdistanê kirine herêmên qedexe. Nahêlin gundî biçin nav zevî û deviyên xwe. Dixwazin wekî salên 1990’î jiyanê li kurdan heram bikin da ku gundî dev ji gundê xwe berdin û koç bikin. Ji bo ku li Kurdistanê demografyayê xera bikin, serî li hemû rê û rêbazan didin. Li tu dereke dinyayê mînakeke bi vî rengî ya ku erd û axê welatiyan li wan tê qedexekirin, tune ye. Di esasê xwe de ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Tayyîp Erdogan di her qadê de li dijî mirovahiyê sûc dike û ji vê jî texsîr nake. Bêdengiya dinyayê dibîne û lê difikire ku dê tu kesek xwe li ser kurdan neqayîl neke. Ji ber vê jî sûc li ser sûc dike. Wekî ku Rojhilata Navîn milkê bavê wî be dibêje ez ê li vir û li wir bixim, bombe bibarînim, ez ê bikevin vir û wir. Hê jî xwe wek Dewletî Alî Osman dibîne. Dê ev polîtîkaya wî teqez li bin guhê dîwarê bikeve. Dê nîşanî Erdogan bidin ku li derveyî sînorê Tirkiyeyê nikare hespê xwe li gorî kêfa xwe bibezîne. Îktîdara AKP’ê di van demên dawîn de xerakirina tax û bajarên kurdan xistiye rojeva xwe. Ev jî êrîşeke tevkujiyê ye. Bi awayekî herî şênber ev êrîşa tevkujer îro roj bi xerakirna Sûrê tê nîşandan. Bi tunekirina Baxçeyên Hevselê ev tê nîşandan. Tê gotin ku cih û warên ku amedî ji bo geşt û bêhnvedanê diçinê jî dê înşaetan li wan deran çêkin. Li cihên wekî Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê li cihên ku hatin xerakirin TOKÎ û muteahîtên AKP’î ûcûbeyên betonî li ser ruhê bajar datînin. Dixwazin ruhê bajarên kurdan tune bikin. Vê yekê jî bi destê xayîn û hevkaran dikin. Xiyaneta herî mezin jî di karên bi vî rengî de şirîkatiya sûc e. Çawa ku xerakirina Sûrê tevkujî be, muteahîtên ku li wir înşaetan çêdikin jî bûne şirîkên vê tevkujiyê. Xerakirina navenda Sûrê di esasê xwe de xerakirina Amedê ye. Êrîşa li dijî navenda Sûrê tê wateya kuştina hemû amediyan, tê wateya qelandina koka wan. Ji ber ku Sûr di esasê xwe de Amed e. Her tevirekî ku li Sûrê dikeve li hemû Amedê dikeve.
Xerakirina Sûrê tê wateya xerakirina sûr û bedenên Amedê. Çawa ku Amed bêyî Sûrê nebe, taxên li navenda Sûrê tune bin ruh û raçînkên Amedê jî tune dibin. Îktîdara AKP’ê bi xerakirina navenda Sûrê dijminatiyê li hemû amediyan dike. Divê amedî jî xwedî vê zanînê bin. Li dijî xerakirina taxên nû yên li Sûrê divê hemû amedî rabin ser pêyan. Sûr ruhê Amedê ye; kes nikare wê derê bike qada rantê. Di ser tunekirina ruhê Amedê re tu kesek nikare rantxuriyê bike. Yek ji mijarên ku em pê dikarin kurdîtî welatparêziya xwe nîşan bidin jî mijara xwedîderketina li Sûrê ye. Hemû kurdên ku pê re hişmendiya kurdîtiyê heye, yên ku pê re welatparêzî heye di heman demê de berpirsyariya wan a xwedîderletina li Sûrê heye. Divê kesek şêniyên Sûrê bi tenê nehêle. Her welatparêz wekî ku hemû kurd rastî êrîşên tevkujiyê tên divê li dijî xerakirina Sûrê rabin ser pêyan.
Xwedîderketina Tahîr Elçî ya li Minareya Çarling divê ji hemû amediyan re wek mîras û mînak be. Xwedîderketina Tahîr Elçî ya li nirxên çandî yên Amedê divê bibe helwesta esasî ya derketina holê ya hişmendiya amedîbûnê. Tahîr Elçî bi xwedîderketina li Minareya Çarling xwest xwedî li Amedê derkeve. Ji ber vê divê Tahîr Elçî wek amediyeke mînak were dîtin. Heke Tahîr Elçî sax bûya dê îro li dijî xerakirina tax û malên Sûrê li ber xwe bida. Wî bi şehîdketinê ji amediyan re mîrasek hişt. Îro roj berpirsyariya bilindkirin û libakirina wê alê aîdê hemû amediyan e.